13:34 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Dengê çekan li himberî Ewlekariya Dîlokê

    Li ber avahiya ewlekariya Dîlokê pevçûn

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 100 0 0

    Hat ragihandin ku dengê çekan di saet 15:23an de li ber avahiya ewlekariya Dîlokê hatiye bihîstin û gelek ambulans çûne cihê bûyerê. Peyamnêrê CNNTurkê ragihand ku polîsek birîndar bûye û ew dever ji çûn û hatinê re hatiye girtin.

    Peyamnêrê Spûtnîkê ragihand ku saet 15:23an pevçûn li ber avahiya ewlekariya Dîlokê derketiye.

    Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, êrîşkarek hatiye kuştin û polîsek birîndar bûye.

    ​Çavkaniyekê ji Spûtnîkê re ragihand ku "du kesan êrîşî avahiya ewlekariyê kiriye û şer di navbera wan û polîsan de derketiye. Di encama pevçûnê de, êrîşkarek hatiye kuştin û polîsek birîndar bûye."

    Herwiha CNNTurkê ragihand ku êrîşkarê din reviyaye.

    Reutersê ragihand ku polîsekî eşkere kiriye ku xwekujekî ku hewl dida têkeve nava avahiya ewlekariya Dîlokê hatiye kuştin.

    Parlementerê AKPê yê Dîlokê ragihand ku li dijî otomobîleke gumanbar jî operasyonek pêk hatiye.

    PARÊZGARÊ DÎLOKÊ DAXUYANÎ DA

    ​Parêzgarê Dîlokê derbarê bûyerê de daxuyaniyek wiha weşand: "Êrîşeke çekdar li dijî xala kontrolê ya avahiya ewlekariyê pêk hat. terorîstek hat kuştin û polîsek bi sivikî birîndar bû."

    Bi heman mijarî:

    Serokê saziya nijadperestan li Dîlokê birîndar bû
    MÎTê li Dîlokê operasyona DAIŞê kir: 18 kes hatin desteserkirin
    Li Dîlokê 3 êrîşên çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
    Li Dîlokê qedexeya mehekê hat ragihandin
    Li Dîlokê dengê teqîneke metirsîdar
    Li Dîlokê ji bo Odeya Bazirganiyê qeyûm hat tayînkirin
    Etîketan:
    pevçûn, şer, Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de