05:41 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê

    DAIŞê du pirên li hundirê Mûsilê teqandin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokatiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku du pirên sereke li rojhilatê Mûsilê teqandin ta ku rê li ber pêşketina Artêşa Iraqê bigire.

    Rojnewsê di nûçeyeke xwe de ku dispêre Navenda Ragihandin û Çapemeniya şer ya Iraqê de ragihand DAIŞê pira pêncemîn û ya hesinîyên nava bajarê Mûsilê teqandine.
    Li gorî nûçeyê Navenda Ragihandin û Çapemeniya şer ya Iraqê wiha ragihandiye: "Gava hêzên me li berava çepê bi pêş de diçûn û bi ser diketin û nêzîkî qeraxa çepê ya çemê Dicleyê dibûn, terorîstên DAIŞê pira pêncemîn û Hesinî teqandin ta ku nehêle hêzên me bi pêş de biçin."

    Herwiha DAIŞê duh pira çaremîn a beşê rojhilat û yê rojava yên Mûsilê digihîne hev teqandibû.

    Bi heman mijarî:

    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    Gundê Xufran û Rifakî yên Mûsilê hatin rizgarkirin
    Li Mûsilê taxeke din hat rizgarkirin
    'Heke operasyona Mûsilê dirêj bike, dibe ku karesata mirovî derkeve holê'
    'DAIŞê mûçeyên milîtanên Mûsilê qut kir, dest bi cirmkirina sivîlan kir'
    Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, DAIŞ, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de