23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês, tîmên taybet derê malekê dişkênin

    Polêsan li Wanê bi ser malan de girtin: 7 binçavkirî

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat hînbûn ku polêsan duh êvarî bi ser gelek malan de girtin û di encamê de herî kêm 7 kesan desteser kirin.

    Li gorî agahiyên berdest, polêsan duh êvarî li Wanê bi ser gelek malên li taxa Xaçort a navçeya Îpekyoluyê de girtin.  Di dema biserdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û welatiyên bi navên Suleyman Çetîn, Aslî Aslan, Nedrî Aslan, Fuat Abî, Cîndî Abî, Mazlum Gur û Sînan Yetîş desteser kirin. Kesên desteserkirî birin Midûriyeta Ewlekariya Wanê. 

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê yekane stargeha sivîl a jinan hat girtin
    Li Wanê hemû meş û çalakî hatin qedexekirin
    Li Wanê di nava 6 seetan de 7 caran erdhej pêk hat
    Li Wanê operasyona DAIŞê: 12 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    girtîn, biserdegirtina malan, xaçort, wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de