17:45 17 Cotmeh 2017
Zindî
    hsd-qsd

    Li Reqqayê 46 DAIŞî hatin kuştin

    © AFP 2017/ Delil souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5110

    Li gundê Suweydiya rojava yê Reqqayê êrîşên DAIŞê yên li ser şervanên operasyona Xezeba Firatê hatin sekinandin û di encamê de 46 DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, li gundê Suweydiya rojava ku di 7ê Rêbendanê de hatiye rizgarkirin, DAIŞiyan careke din êrîş birine ser. Di encama êrîşê de şervanan bersiv dane û şerekî dijwar derketiye holê. Şerê ji wê rojê berdewam dike îro saetên sibê biencam bûye û di encamê de êrîşên DAIŞiyan hatiye şikandin Herwiha 46 DAIŞî hatine kuştin û gelek cebilxane ketine destê şervanan.

    Di vê navberê de saetên sibê DAIŞiyan êrîşî gundê Cib Şêîr ê başûr rojavayê Eyn Îsayê kirin. Di encama êrîşa wan de şer di navbera DAIŞiyan û şervanan de derket û şer berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Reqqayê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin'
    Şervanan du gundên din li Reqqayê ji destê DAIŞê rizgar kir
    YPJ: Li Reqqayê 601 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Di operasyona Reqqayê de 2 gundên din hatin bidestxistin
    Li Reqqayê şer berdewam dike
    Etîketan:
    şer, Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, DAIŞ, Sûriye, Rojava, Eyn Îsa, Cib Şêîr, Suweydiye, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de