07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Darvekirin - Îdam

    Îranê kurdekî din bi darve kir

    © Flickr/ Jaime Pérez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2710

    Komara Îslamî ya Îranê hefteya borî ciwanekî kurd ê ji bajarê Bûkanê bi sûcdariya firotina madeyên hişber bi darve kir.

    Li gorî agahiyên li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) hefteya borî girtîyekî kurd ê bi navê Mihemmed Zîberdest ê ku ji gundê Elîawa yê girêdayî bajarê Bûkanê ye, ji aliyê rêveberiya Komara Îslamî ya Îranê ve li girtîgeha bi navê Lakanê ya bajarê Rêştê hat bidarvekirin.

    Komeleyê ragihand ku ciwanê Kurd Mihemmed Zîberdest di sala 2011'an de bi sûcdariya firotina madeyên hişber hatibû desteserkirin û demekê piştî desteserkirin cezaya bidarvekirinê lê hat birîn. Her wiha Komeleyê dest nîşan kir ku Mihemmed Zîberdest ji bo piştgiriya malbata xwe bike, li bajarê Rêştê li dibistanekê karûbarên paqijiyê dikir.

    Ji aliyê din ve KMMK'ê derbirî ku di nava sala borî de herî kêm 120 kurd ji aliyê rêveberiya Îranê ve hatine bidarvekirin.

    Ligel vê yekê KMMK'ê balkişand ser ku Yekîtiya Ewropa û Neweteyên Yekbûyî ji Îranê xwestine ku cezaya bidarvekirinê ya ji bo sûcdariyên madeyên hişber rake û Parlamentoya Îranê jî ji ber vê yekê di meha borî de rakirina cezaya bidarvekirinê ya ji bo madeyên hişbir pesend kiriye.

     

    Etîketan:
    bidarvekirin, madeyên hişber, kurd, Komara Îslamê ya Îranê, Mihemmed Zîberdest, bûkan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de