17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala DAIŞê

    Artêşa Iraqê: Alîkarê Bexdadî di bombebaranê de hat kuştin

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Rêveberiya Hewlgîriya Artêşa Iraqê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku balafirên şer ên Artêşa Iraqê 5 serkirdeyên DAIŞê li Mûsilê hatine kuştin û yek ji wan jî alîkarê Bexdadî ye.

    Li gorî nûçeya NRT, kanala televizyonê ya Herêma Kurdistanê, Hewlgîriya Artêşa Iraqê belavokek derbarê şerê li Mûsilê yê li hemberî DAIŞê belav kir. Di belavokê de hatiye destnîşankirin ku Hewlgîriya Artêşê diyar dike balafirên hêzên esmanî yên Iraqê, piştî zanyariyan, êrîşeke esmanî li devera Islah Ziraî li bajarê Mûsilê lidar xist.

    3 SERKIRDE HATIN KUŞTIN

    Di encama vê êrîşê de 3 serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin. Li gorî heman daxuyaniyê di nava van de kesê bi navê Abdulwahid Sayr Cuan Berniyas, bi nasnav El Luweyî jî heye ku hatiye îdiakirin alîkarê Serokê DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî ye. Dîsa rêveberê hatûçuya DAIŞê li Mûsilê Ehmed Xizeyr Seyr Cuan û Abdulkerîm Xizeyr Sayr Cuan Berniyas, bi nasnav Ebu Herbî rêveberê kiştûkalê Telaferê jî hatiye kuştin.

    Meclîsa Asayişa Herêma Kurdistanê di 8 Rêbendanê de daxuyaniyek belav kiribû ku têda behsa operasyoneke hevbeş a hêzên dij terora Herêma Kurdistanê û hêzên hevpeymanan dike. Di daxuyaniyê de tê gotin ku di encama operasyonê de terorîstê bi navê Doktor Muawiye yê bi navê xwe yê rast Islam Taha Muhamed El Ubêd ku emîrê dîwana saxlemiya bajarê Kerkûkê yê DAIŞê bû li navenda Hewîceyê hat kuştin.

    Herwiha hatibû destnîşan kirin ku vî kesî gelek welatiyên Kerkûkê, 4 pêşmerge û gelek jinên kurd ên êzidî kuştiye û berpirsiyariya kuştina wan kiriye.

    Bi heman mijarî:

    16 bîrên petrolê yên li Mûsilê ku DAIŞê agir berdabû wan hatin tefandin
    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    Gundê Xufran û Rifakî yên Mûsilê hatin rizgarkirin
    Li Mûsilê taxeke din hat rizgarkirin
    'Heke operasyona Mûsilê dirêj bike, dibe ku karesata mirovî derkeve holê'
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Islam Taha Muhamed El Ubêd, Doktor Muawiye, Ebu Herbî, Abdulkerîm Xizeyr Sayr Cuan Berniyas, Ehmed Xizeyr Seyr Cuan, Ebu Bekir Bexdadî, El Luweyî, Abdulwahid Sayr Cuan Berniyas, Telafer, Herêma Kurdistanê, Iraq, Hewîce, Kerkûk, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de