13:28 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Bîrên petrolê

    16 bîrên petrolê yên li Mûsilê ku DAIŞê agir berdabû wan hatin tefandin

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2810

    Hat ragihandin ku ji 25 bîrên petrolê yên li bajarokê Kayyara ya Mûsilê ku rêxistina terorîst a DAIŞê agir berdabû wan 16 jê hatin tefandin.

    Hat ragihandin ku ji 25 bîrên petrolê yên li bajarokê Kayyara ya Mûsilê ku rêxistina terorîst a DAIŞê agir berdabû wan 16 jê hatin tefandin.

    Berdevkê Wezareta Petrol a Iraqê Asim Cihad di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku bîrên petrolê yên li herêma Kayyara ya Mûsilê bi xebatên karmendên teknîkî yên Şirketa Petrol a Bakur, endezyar û yekîneyên parastina sivîl têne tefandin. Di encama xebatan de heta niha 16 bîr hatin tefandin û ji bo tefandina agirê bîrên mayîn xebat didome.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê di hezîrana 2014an de herêma Kayyara û bajarê Mûsilê bidest xistibû. Piştî ku rêxistina terorîst ji herêma Kayyara hat deranîn dema vekişiya hemû bîrên petrolê şewitandin. Tîmen Îdareya Parastina Sivîl û endezyarên Şirketa Petrol a Bakur xebatên tefandina bîrên petrolê didomînin.

    Bi heman mijarî:

    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    Gundê Xufran û Rifakî yên Mûsilê hatin rizgarkirin
    Li Mûsilê taxeke din hat rizgarkirin
    'Heke operasyona Mûsilê dirêj bike, dibe ku karesata mirovî derkeve holê'
    'DAIŞê mûçeyên milîtanên Mûsilê qut kir, dest bi cirmkirina sivîlan kir'
    Etîketan:
    16 bîrên petrolê hatin tefandin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Berdevkê Wezareta Petrol a Iraqê, Asim Cihad, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de