00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Balafirxaneya Ataturkê / THY

    THYê ji ber barîna berfê 100 milyon zirar kir

    © REUTERS/ Murad Sezer/Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Ji ber barîna berfê li Stenbolê hejmara firînên betalkirî yên Rêya Hewayî ya Tirkiyeyê (THY) ji hezarî derbas bû. Di nava çar rojan de zirarê THYê 100 milyonî derbas kir.

    Balafirxaneya Ataturkê / THY
    © REUTERS/ Murad Sezer/Arşiv
    Ji ber barîna berfê li Stenbolê hejmara firînên betalkirî yên Rêya Hewayî ya Tirkiyeyê (THY) ji hezarî derbas bû. THYê ji bo 15 hezar muşteriyên xwe otel kirê kir û li 40 hezar kesî xwarin belav kir. Di nava çar rojan de zirarê THYê 100 milyonî derbas kir.

    Barîna berfê li Stenbolê ku ev 4 rojan bê navber dibare trafîka hewa ya firînên balafirxaneya Ataturk û Sabiha Gokçenê rawestand.

    Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, gelek firînên şirketên rêyên hewayî betal bûn, lê herî zêde ji vê betalkirinê THYê zirar dît. THY ji ber barîna berfê li Stenbolê balaefirên ku dihatin Ataturkê şandin balafirxaneyên din. Herwiha balafirên ku ji bo daketinê li asîmanê Stenbolê tur davêtin û yên ku li apronê ji bo rabûnê disekînin sermalê sotemeniyê zêde kirin. Ji 4ê Rebendanê ve hejmara firînên THYê ku hat betalkirin ji hezar û 400î bihurî.

    Bi heman mijarî:

    THYê hemû firînên xwe betal kirin
    Ji ber rewşa hewayê 68 firînên THYê hatin betalkirin
    Di balafira THYê ya Amedê de îxbara bombeyi
    THYê 211 karmend ji kar dûrxistin
    Ji THYê rekora Moskovayê: Hejmara firînên rojane derket 11an
    Etîketan:
    THY 100 milyon zirar kir, Balafirxaneya Ataturk û Sabiha Gokçenê, Rêya Hewayî ya Tirkiyeyê (THY), Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de