13:28 20 Cotmeh 2017
Zindî
    John Kirby

    Amerîka: PKK ji bo herêmê û Tirkiyê xeterbûna xwe didomîne

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9713

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby daxuyakirin ku PKK li gor wan hê jî di statuya rêxistina terorê de ye û hem ji bo herêmê hem jî ji bo Tirkiyê xeterbûna xwe didomîne.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby di civîna rojane ya rojnamevanî de, bersiv da pirsên derbarê gefa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser Tirkiyê û herêmê.

    KIRBY: XETERBÛNA PKK'Ê DIDOME

    Kirby bibîr xist ku ew hê jî PKKê di statuya rêxistineke terorê de dinirxînin û got, 'PKK li herêmê û bi taybetî jî ji bo Tirkiyê hê jî xeterbûna xwe didomîne. Em piştevaniyê didin Tirkiyê û têkoşîna wê ya dijî terorê.'

    ERDOGAN AMERÎKA REXNE KIRIBÛ

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 9ê Rêbendanê di gotara xwe ya ku pêşkeşî balyozên Tirkiyê kir de ji ber dayîna mafê penaxwaziyê rexne li Amerîkayê girtibû û gotibû, "Mafê penaxwaziyê ji penaberên Sûriyê û Arakanê re nayê dayîn, lê ji bo endamên FETO û PKKê di tepsiya zêrîn de tê pêşkeşkirin."

    Erdogan herwiha gotibû, Amerîka di demên dawî de, di têkoşîna dijî DAIŞê de jî kêm dimîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Di teqîna Qamişlo de endamê asayîşê jiyana xwe ji dest da
    HDP ji bo guhertina qanûna destûrê deng nade
    Amerîkayê ji bo 5 hemwelatiyên Rûsî biryar stand
    Li Manîsayê 4 HDPyî hatin girtin, 9 jî hatin berdan
    'Serdanên pilebilindên cîhanê tê maneya ku îtirafê bi Kurdistanê dikin'
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirby, Tirkiyê, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de