13:37 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Qamişlo Teqîn 9 Rêbendan 2017

    Li Qamişlo otomobîlek hat teqandin

    © Foto: Anha - twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Hat ragihandin ku îşev li bajarê Qamişlo yê Herêma Rojava li navenda bajêr a çargoşeya ewlekariyê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

    Li gor nûçeya ANHAyê teqîn li demjimêr 19.40′an li çargoşeya ewlekariyê ya nêzî avahiya Berîdê (li herêma Sebi Behrat) pêk hat.

    Ji cihê bûyerê hat ragihandin ku di encamê de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Razî ya Qamişloyê.

    Li gor zanyariyan li nêzî cihê teqînê hêzên Sûriyê bendên kontrolê danîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da
    Tomara dengî ya Çarê 2yem Nîkolay derket holê
    2 Wezîrên Hollandî serdana Herêma Kurdistanê dikin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de