02:06 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Alîkariyên mirovî yên rûsî digihên herêmên Sûriyeyê

    Agirbesta Sûriyê: Rûsyayê 14, Tirkiyê 17 binpêkirin tesbît kir

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser rewşa birêveçûn û binpêkirinên agirbesta Sûriyê daxuyanîyek belav kir ku tê de hat gotin, Rûsyayê 14 Tirkiyê jî 17 caran binpêkirinên agirbestê tesbît kir.

    Di daxuyaniyê hat diyarkirin, ‘Rûsyayê 14, Tirkiyê jî 17 binpêkirin tesbît kirin' û hat gotin, piştî ku li Laziqiyê jî 2 bajarokên din beşdarî agirbestê bûn, hejmara deverên tevlî agirbestê bûn gihîşt 1097 niştîngehan.

    104 KOM BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN

    Di daxuyaniya Wezaretê de hat eşkerekirin, danûstandinên bi komên çekdar ên li herêmên Hûms, Hama, Heleb û Kunteyrayê berdewam dikin ku heta niha hejmara komên beşdarî agirbestê bûne gihîştiye 104an.

    Nûnerên çavderiyê yên Rûsî li Hemayê 8, li Laziqiyê 2, li Şamê 2 li Helebê 2 caran binpêkirinên agirbestê tesbît kir.

    Nûnerên çavderiyê yên tirk jî li Hemeya 5, li Helebê 5, li Şamê 4, li Der'ayê 1, li Laziqiyê 1 û li Hûmsê jî 1 caran binpêkirin tesbît kir.
    Hat ragihandin ku ji bo binpêkirin neyên dubarekirin hewildan didomin.

    LI 8 DEVERAN ALÎKARIYÊN MIROVÎ HATIN DABEŞKIRIN

    Herwiha hat ragihandin ku li 8 xalên cuda yên Helebê operasyonên alîkariyên mirovî hatine kirin ku li Şêx Meqsûdê 1.5 ton, li Suleyman Hitira 1.3 ton, li Hamdaniyê 2 ton, li Îsmaîliyê 500 kîlo, li Selahaddîn 1.8 ton, li Han el-Zeytûn 2 ton û li Hey el-Fardûsê jî 900 kîlo kelûpelên alîkariyê hatine dabeşkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Operasyona Xezeba Firatê dewam dike: Gundek û 3 mezra hatin kontrolkirin
    Zaxarova: ‘Eger hackerên rûsî tiştek ku xirab kiribin ew jî mejiyê Obama ye'
    "Dibe DYAê xatir ji rola xwe ya Rojhilata Navîn bixwaze"
    Etîketan:
    Rûsya, Tirkiye, Binpêkirinên Agirbesta Sûriyê, Rûsya, TIrkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de