05:41 23 Cotmeh 2017
Zindî
    artêşa iraqê

    'Hejmara xwekujan li Iraqê, bi qasî du caran kêm bûye'

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Nûnerek Heşdî Şabiyê daxuyand ku hejmara xwekujên ku ji Sûriyeyê derbasî Iraqê dibin kêm bûye. Sedema vê kêmbûnê jî wekî girtina sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê hate eşkerekirin.

    Nûnerê hêza Heşdî Şabî ku beşek ji artêşa Iraqê ye Kerîm El-Nûrî di hevpeyvîna bi rojnameya rûsî  Izvestiya re ragihand ku girtina sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hişt ku ji sedî  50 ji jimara xwekujên ku derbasî nav xaka Iraqê dibin, kêm bibe.

    'GIRTINA SÎNORÊ DI NAVBERA TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ HEJMARÊ KÊM KIR'

    Karîm El-Nûrî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hejmara xwekujan  du caran kêm bûye û wiha pê de çû:' Em kêmbûna xwekujan bi girtina sînorê di navbera Turkiyê û Sûriyê ve girêdidin. Berya vê yekê xwekuj ji xaka Turkiyê  derbasî nav xaka Sûriyê dibûn û ji wir dihatin Iraqê. Lê heta niha şopa têrorîstan ne hatiye birîn.

    Çekdar ji bajarê Sûriyê Reqayê derbasî nav xaka Iraqê dibin. Heger sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de baş neyê  kontrolkirin jî, lê bikêmanî rêyên ku herdû welatan bihevgirêdidin bên kontrolkirin,  ev pirsgirêk wê bê çareserkirin.'

    'REWŞ BER BI BAŞIYÊ VE DIÇE'

    Endamê komîta parlamenterê Iraqê ji bo pêwendiyên nêvdewletî îqbal el-Mazî jî hin daxiyanî da Îzvestiyayê û got hejmara xwekujan gelekî kêm bûye. El- Mazî nîşandike ku bûyerên li ber sînorê Turkiyê û Sûriyê bandorek giring li rewşa Iraqê kirin. Herwiha operasyonên Rûsyayê û destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê jî encam dan û hejmara xwekujan bi awayekî girîng kêm bûn. Rewşa gelemper ber bi başiyê ve diçe.

    'HÊZA IRAQÊ TÊRÊ NAKE'

    Ji aliyê din ve, endamê navenda lêkolînên startîjîk û asayişê ya Iraqê Muataz Mûhî Ebdilhemîd dibêje, kontrolkirina sînor bi giştî wê pir zehmet be. Ji aliyekî din ve, hêza Îraqê têrê nake ku sînorê rojava bê kontrolkirin. Ji bilî wê, mirov divê mikur bê ku gelek xwekuj li xaka Iraqê ne.

    'PIRANIYA SÎNORAN JI ALIYÊ HÊZÊN KURDÎ VE TÊN KONTROLKIRIN'

    Di dema niha de beşekî mezin ji sînorê Turkiyê û Sûriyê ji aliyê hêzên demokratîk yên Sûriyê ve tê kontrolkirin. Piraniya vê hêzê ji hêzên kurdî pêk tên. Ji bilî wê, beşekî ne mezin ji sînor ji aliyê Leşkerê Sûriyeya Azad ku Tirkiye piştevaniya wan dike, ve tê kontrolkirin.

    Terorîstên DAIŞê heta berya demek nêzîk jî bi dehan kilometre ji sînorê Turkiyê û Sûriyê kontrol dikirin, lê Tirkiye meha Tebaxê di çarçoveya şerê li dijî terorîstan de operasyona Mertala Firatê da destpêkirin. Piştre jî sînoran radestî çekdarên Artêşa Azad kirin.

    Di nav terorîstan de jimarek mezin ji xwekujan jî hene. Li gorî agahiyên ajansên erebî di sala 2014an de li Iraqê zêdetirî 2 hezar kesan xwe teqandine. Li gorî van îstatîstîkan welatiyên iraqî bêhtir di encama êrişên xwekujî de jiyana xwe ji dest didin. Herwiha DAIŞ xwekujan bi awayekî çalak li dijî leşkerên li Mûsîlê bikar tîne.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyê piştî krîza Başîkayê cara pêşî diçe Iraqê
    Parêzerê Cîgirê Serokwezîrê berê yê Iraqê Tariq el Haşimî hat kuştin
    Yildirim: Hebûna me li Başîqayê, ne binpêkirina serweriya Iraqê ye
    Li Iraqê teqîn: 10 kes hatin kuştin
    Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    operasyonên rûsya, hejmara xwekujan, daiş, şer, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de