07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Julian Assange

    Wikileaks: Daxuyaniyên CIAyê ne raportên istixbaratê ne lê daxuyaniyên çapemeniyê ne

    © AP Photo/ Kirsty Wigglesworth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1510

    Damezirînêrê Wikileaksê Julian Assange got, daxuyaniyên CIAyê yên dibêjin Rûsyayê destwerdana di hilbijartina DYAyê de kiriye, ne raportên istixbaratê ne lê daxuyaniyên çapemeniyê ne ji bo bandoreke polîtîk a dîzaynkirî pêk bînin.

    Assange ji bo nirxandina raprtotên CIAyê yên ku Rûsyayê bi destwerdana di hilbijartina serokatiya DYAyê de tawanbar dike, konferanseke çapemeniyê li dar xist û tê de diyar kir ku CIA di bin birêveberiya Obama de polîtîze bûye û wiha got: "Giraniya Nirxê îsbatbûna rastiya raprota CIAyê sifir e".

    ÇAVKANIYA ÇIZIRANA DNCÊ AKTOREKÎ LI DERVEYÎ DEWLETAN E

    Herwiha Assange diyar kir çavkaniya çizirana belgeyên Komîteya Neteweyî ya Demokratîk(DNC) aktorekî derveyî dewletan e û wiha pê de çû: "Em ji parastina çavkaniyên xwe bitirs in. Eger çavkanî dewletek bûya, em ê ji bo parastina wê ewqasî netirsiyana."

    ​Ji aliyê din ve, damezirînerê Wikileaksê diyar kir ku di raporta CIAyê de nayê zanîn bê êrîşa sîberê kengî pêk hatiye û wiha dewam kir: "Heta eger di nav hackerên êrîşî Komîteya Neteweyî ya Demokratîk kiriye, rûs hebin jî, ev nayê wê wateyê ku hikûmeta rûs ev êrîş pêk anîne."

    "WIKILEKASÊ JÎ TEXMÎN DIKIR KU CLINTIN BI SER KEVE"

    Assange diyar kir ku heta Adara 2016an, ti kesî milyarder Donald Trump wek serketiyê muhtemel ê hilbijartinê nedidît û Wikilekas bixwe jî li gorî lêkolînên raya giştî texmîn dikir ku Hillary Clinton bi ser keve.

    Damezirînerê Wikilekasê diyar kir ku ti sextekarî di weşanên Wikilekasê de çênabin û wiha dewam kir: "Wikileaks dê 30.000 dolar bide kesê agahiyan bîne derbarê xebatkarên kompûterên wan di serdema Obama de xerab bûne."

     

    Agahî tên…

     

     

    Bi heman mijarî:

    WikiLeaks: "Amerîka, berî şerê navxweyî ye Yemenê herdu alî bi çek kirin"
    Wikileaks, e-postayên şexsî yên Obama parvekir
    Wikileaks: Clinton qebûl dike ku Qeter û Erebistana Siûdî piştgiriya DAIŞê dikin
    WikiLeaks: Erdogan hewl dide ku pêşiyê li dewleta Kurdî bigire
    WikiLeaks, NYT ya ku Rûsya sucdar dikir derewand
    WikiLeaks wê ‘arşiva Tirkiyê' aşkere bike: ‘Ji şer re amadebin'
    Etîketan:
    HACk, Wikileaks, CIA, Julian Assange, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de