23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Mafê penaberiyê di tepsiya zêrîn de didin FETOyî û PKKyiyan

    © AP Photo/ Murat Cetinmuhurdar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku mafê penaberiyê li ser tepisya zêrîn dide endamên PKK û FETOyê û got: "Li hinek welatên Ewopayê wek mexdûran tên pêşwazîkirin."

    Erdogan di civîna 9em a balyozan de axivî. Tiştên sereke ji axiftina Serokkomarê Tirkiyeyê wiha ne:

    Hewldana derbeya 15ê Temûzê ne yekem ixanet e ku li milet û dewleta me dibe lê ew ya herî binkol e û mezintirîn îxanet e.

    Mafê penaberiyê di tepsiya zêrîn de didin endamên Feto û PKKê. Hinek welatên Ewropayê pêşwaziya wan wek mexdûran dikin.

    FETOyiyên ku lîsteya reş de ne, direvin DYAyê û li wê derê wek rektor tê tayînkirin.

    têkoşîna li dijî vê rêxistina ku 40 salan wek kansereke binkol di nava me de mezin bû, dê demeke dirêj û xemateke mezin bigire.

    Em ê nehêlin ji ber çend xayinan, saziyên me yên neteweyî û welatiyên me zerarê bibînin.

    FETO di her derfetê de li her welatî operasyonên guherîna fikiran li dijî Tirkiyeyê dimeşîne.

    PKK û FETO bi hev re çalakiyan li dar dixin. Înşelleh bi xebata me ya hevpar em ê wan ji nav bibin.

    Bi armanckirina beşên cuda yên civakê, dixwazin agirê Iraq û Sûriyeyê bînin welatê me.

    (Agirbesta li Sûriyeyê) gelekî şkêbar e lê dîsa jî fersndek e û bûye hêviyek, ji ber bertelef nebe, em ê her tiştê ji destê me tê bikin.

    Ez dixwazim bibêjim ku hevbendên me û hevpeyman di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê de bi ser neketin.

    Me DAIŞ ji sînorê xwe avêt. Em ê rê nedinê ku korîdoreke terorê li ser sînorê me çêbibe.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Tirk Erdogan û Sekreterê Giştî yê NY Guterres hevdîtin pêkanî
    Ji Erdogan peyama Îzmîrê: Em nahêlin teror dubendiyan çêbike
    Erdogan: Dixwazin di ser nasnameyên etnîkî re miletê me bera hev bidin
    Erdogan: Piştî Babê, em bibiryar in ku Minbicê jî paqij bikin
    Obama ji Erdogan re sersaxî xwest
    Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
    Pûtîn ji bo êrîşa li Stnebolê sersaxî ji Erdogan re xwest
    Etîketan:
    PKK, FETO, Recep Tayyip Erdogan, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de