13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kamuran Yuksek

    'Hikumet bila daxwazên kurdan bîne cih, bila me ji xwe re neke muhatab'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, li ser geşedanên dawî axivî û got ew dixwazin ku muzakereyên aştiyê jinûve dest pê bikin. Herwiha amaje kir daxwazên gelê kurd diyar in hikumet bila wan bîne cih, bila wan ji xwe re neke muhatab.

    Yuksek got sedema bingehîn ya şerên ku li Tirkiyeyê diqewime pirgirêka kurd e û diyar kir ku, divê muzakere jinûve dest pê bikin.

    'PIRSGIRÊKA KURD, PAŞGUH DIKIN'

    Yuksek derbarê rewşa dawî ya Tirkiyeyê de axivî û amaje kir ku divê bi lez çareseriyek rastîn bê dîtin û wiha pê de çû: 'Sedema hemû tundî, şer, bêewlehî û qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e. Ta pirsgirêka kurd bi rêyek demokratîk neyê çareserkirin, hemû pirsgirêkên din jî dê bidomin. Rêya rastîn ya çareseriyê, çareseriyek demokratîk ya pirsgirêka kurd û sazkirina aştiya nava civatê ye.'

    Yuksek dibêje sedema kaosa li Tirkiyeyê, wekî din tê nîşandan lê sedema sereke pirsgirêka kurd e û divê ev neyê paşguhkirin û bibe mijara sereke ya polîtîkayan.

    'HIKUMET JI XWE RE LI PEY MUHATABAN E'

    Yuksek amaje dike ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hêj derfet hene û divê ev yek bêne bikaranîn. Li gel hemû êş û bobelatên pêk hatin bi rêya polîtîkayên rastîn çareserî hêj gengaz e.

    Yuksek dibêje di rêya çareseriyê de pêdivî bi rêyên nû heye lê hikumet hêj bi rêbazên kevin yên ku berê hatine ceribandin, tevdigere. Yek ji wan rêbazan jî ew e ku; ew ji xwe re li muhataban digere. Di vê çarçoeveyê de li herêmê bi serokên eşîran û bi rûspiyên herêmê re ji xwe re têkiliyan datîne û dibêje 'ez ê êdî bi wan re bipeyivim' Yuksek di dewama axaftina xwe de diyar dike ku ger hikumet li pey çareseriyek rastîn be, bila me ji xwe re neke muhatab. Daxwazên gelê kurd diyar in, bila wan bîne cih û bila qet me ji xwe re neke muhatab jî.

    'DIVÊ ROLA OCALAN NEYÊ PAŞGUHKIRIN'

    Kamuran Yuksek di dirêjahiya axafitina xwe de dibêje di mijara çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd de rola Serokê PKKê Abdullah Ocalan jî neyê paşguhkirin ku ew rola xwe hêj diparêze. Divê hikumet û hemû siyasetmedar poltîkayên xwe ji ber çavan re derbas bikin û bo çareseriyeke rasîn gavên nû bavêjin.

    Bi heman mijarî:

    Yuksek: Ji ber pirsgirêka kurd çareser nebû krîza siyasî û aborî derket
    ‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
    PKK: Ji ber ku pirsgirêka kurd nehate çareserkirin derbe çêbû
    Demirtaş: Bi kuştina hezar Bahoz Erdalan pirsgirêka kurd çareser nabe
    Demîrtaş: Divê di çareseriya pirsgirêka kurd de PE navbeynkariyê bike
    Etîketan:
    paşguh, civak, çareserî, şer, pirsgirêka kurd, kamuran yuksek
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de