05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş: Heta ku şertên dengdayinê ji bo me neyên çêkirin, divê dengdayin destpê neke

    © AFP 2017/ STRINGER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4310

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re nameyek şand û daxwaz kir ku ji bo di hilbijartina guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê de karibin deng bidin, şert û mercan ji bo parlamenterên girtî ava bike.

    Parlamentoya Tirkiyê derbarê guhertina destûra bingehîn de îro civînekê lidar dixe. Di vê civînê de wê sistema serokatiyê jî wê bê nîqaşkirin ku yek ji xalên sereke ên guhertina destûrê ye. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku di Girtîgeha Tîpa E a Edirneyê de girtiye nameyek ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re şand û daxwaz kir ku ji bo di hilbijartina guhertina destûra bingehîn de karibin dengên xwe bidin şert û merc ji bo parlamenterên girtê bên avakirin.

    Demirtaş di nameya xwe de got: "Pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn a dîrokî ku dahatuya welatê me eleqedar dike îro li Civata Giştî tê nîqaşkirin. Em ê bi hev re biryara ku wê Parlamento bide bibînin ku di encama nîqaşan de wê derkeve holê."

    'EM REHÎN HATINE GIRTIN'

    Demirtaş behsa girtina 11 parlamenterên HDPê dike ku vê rewşê bi gotina ‘rehîngirti' binav dike û dibêje ku bi vê rewşê re mafê me yê dengdayinê hatiye astengkirin û ji ber wê jî dê rewabûna hevdîtin û dengdayin binîqaş bike.

    Hevserokê HDPê destnîşan dike ku nameyên ji bo Parlamentoya Tirkiyê dişînin, pêşî ji Wezareta Dadê re tên fakskirin û bi fermana veşarî ya wezaretê bi awayekî dijyaseyî dest datînin ser nameyên wan. Nirxandina Demirtaş wiha berdewam dike: "Girtina me nabe sedemê astegkirina erkên me yên kontrolkirin û yaseçêkirin. Ji hêla erk, maf û berpirsiyariyê ti farqeke me ya biçûk jî ji parlamenterên din nîne. Di vê çarçoveyê de mafê min û ya her 10 hevalên min ên girtî yê dengdayina veşartî di her dengdayinê de, di dema hevdîtinên guhertina destûrê de heye. "

    Demirtaş daxwaz ji Serokatiya Parlamentoyê dike ku ji bo karibin dengên veşartî bikar bînin tedbîran bistînin û bêyî vê rewşê dest bi dengdayinê nekin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş û Yuksekdag peyama sersalê şandin
    Demirtaş û Zeydan xistin heman qawişê
    Demirtaş bersiv da nameya heyranê xwe yê zarok: Xeyalên zaroktiyê bernede
    Demirtaş ji girtîgehê helbest şand: Tu jî keştiyên xwe bişewitîne...
    Demirtaş sersaxî li malbata kaptanê Amedsporê kir
    Demirtaş: Polîsê kujerê balyoz yê heyama Davutoglu ye
    Etîketan:
    guhertina Destûra Bingehîn, Girtîgeha tîpa F a Edirneyê, Parlamentoya Tirkiyeyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de