07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad

    Esad: Başbûna têkiliyên Rûsya û DYAyê, dê alîkariya çareseriya qeyrana Sûriyeyê bikin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir, piştî Serokê DYAyê yê nû Donald Trump dest bi peywira xwe bike, eger têkiliyên Rûsya û DYAyê baş bib, ev rewş dê alîkariya çareseriya qeyrana Sûriyeyê jî bike.

    Esad di hevpeyvîna xwe bi çapemeniya Fransayê re li ser pirsyarekê bê piştî Trump di 22ê Rêbendanê de dest bi peywira xwe bike, gelo ihtimal heye, polîtîkaya DYAyê ya Sûriyeyê bê guhertin an na, diyar kir ku Trump di vê mijarê de soz dabûn.

    Serokê Dewleta Sûriyeyê wiha got: "Têkiliya heyî, xurtbûna têkiliyên navbera Rûsya û DYAyê dê bandoreke erênî li çareseriya qeyrana Sûriyeyê bike."

    Trump dema helmeta xwe ya hilbijartinê, gelek caran rexne li polîtîkaya Obama ya Sûriyeyê girtibûn û diyar kiribû ku ew polîtîka bûbû sedema derketina DAIŞê. Trump teqez kiribû ku tiştê giring ji bo wan, ne daxistina Esad ji kursiya wî ye lê têkbirina DAIŞê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Esad hevdîtinên Astanayê gelek erenî pêşwazî dike'
    'Ji bo em Esad bînin ser masê me li DAIŞê temaşe kir, lê wî piştgiriya Pûtîn stand'
    Şandeke Parlamentoya Îranê bi Serokdewletê Sûriyeyê Esad re civiya
    Di nav pêşdetirên Tirkiyeyê de pêşeroja Esad tine ne
    Almanya derbarê desthilatdariya Esad de daxuyanî da
    Pûtîn û Esad agirbesta li Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    Barack Obama, Beşar Esad, Donald Trump, DYA, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de