14:03 22 Hezîran 2018
Girtîgeh / Zindan

Welatiyê Amerîkayî yê ku li Stenbolê wendabû, di girtîgehê de hat dîtin

© Sputnik / Ivan Rudnev
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şopa welatiyê Amerîkayê yê bi navê Joe Y.C. yê ku piştî hatibû bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê û wenda bûbû, li Kocaeliyê di girtîgehê de hat dîtin.

Li gorî agahiyên çapemeniya Tirk Serkonsulxaneya Amerîkayê 16 roj berê bi nivîsekê serî li Miduriyeta Ewlehî ya Stenbolê da û di nivîsê de got welatiyê wan ê bi navê Joe Y.C. yê ku wekî geştyar hat Stenbolê wenda ye.

Li ser serîlêdanê Serkonsulxaneya Amerîkayê polîsên Stenbolê ketin nava liv û tevgerê û dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Piştî xebatan hat hîn bûn ku welatiyê Amerîkayî Joe Y.C. di girtîgeha Kocaeliyê de tê girtin. Polîsên Stenbolê ji bo ku tespît bikin ew kesê di girtîgehê de geştyarê Amerîkayî ye an na, nivîsek ji Miduriyeta Ewlehî ya Kocaeliyê re şand. Hat hîn bûn ku welatiyê Amerîkayî Joe Y.C. piştî ku hat Tirkiyeyê li Kocaeliyê tevlî bûyerekê bûye û bi sûcdariya ‘hewldana kuştin a mirov' hatiye girtin.Polîsên Tirk rewşa dawîn a di derbarê lêpirsînê de ji Serkonsolxaneya Amerîkayê re ragihand.

Bi heman mijarî:

Li Rojava leşkerekî Amerîkayî jiyana xwe ji dest da
'Jetên Rûsî û Amerîkayî li Sûriyeyê bi awayekî xeternak nêzîkê hevdu bûn'
Senatorê Amerîkayî ji bo Rojava bang li Tirkiyeyê kir: Êrîşan bisekinîne
Rojnamegerê Amerîkayî: Ger ku me xwecihî nekuştana, DYA wê tune bûya
Fermandarê Amerîkayî: Hebûna leşkerên Tirk li Iraqê derqanûnî ye
Generalê Amerîkayî: Ji %10ê Efxanîstanê di bin kontrola Tallîban de ye
Etîketan:
hat dîtin, wenda, girtîgeh, Serkonsolxaneya Amerîka ya li Stenbolê, Miduriyeta Ewlehî ya Stenbolê, Joe Y.C, Kocaeli, Stenbol, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de