17:50 20 Cotmeh 2017
Zindî

    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji bo Îranê sersaxî xwest

    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm peyamek ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re şand û ji bo mirina Ayetûllah Haşîm Rafsancanî ji Rûhanî û gelê Îranê re sersaxî xwest.

    Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji ber mirina Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Encûmena Diyarkirin a Berjewendiyên Pergalê Ayetûllah Haşîm Rafsancanî peyameke sersaxiyê ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re şand û di peyama xwe de ji rêveberî û gelê Îranê re sersaxî xwest.

    Mesûm di peyama xwe diyar kir ku wan agahiya mirin a Serokê Encûmena Diyarkirin a Berjewendiyên Pergalê Ayetûllah Haşîm Rafsancanî bi xemgînî girtiye û got ez ji bo gelê Îranê, malbat û xizmên Rafsancanî sersaxiyê dixwazim.

    Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Konseya Teşhîs a Mesleheta Pergalê Ayetûllah Haşîm Rafsancanî duh di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

    Rafsancanî piştî Şoreşa Îranê di navbera salên 1989-97'an de serokomariya Îranê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê ji bo Ayetûllah Rafsancanî ji Îranê re sersaxî xwest
    Li Îranê jineke kurd xwe kuşt
    Serokomarê berê yê Îranê jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    peyama sersaxiyê, Serokomarê Iraqê, Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, Ayetûllah Haşîm Rafsancanî, Fûad Mesûm, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de