18:13 21 Sibat 2018
Zindî
    Qedexe - polês

    Li 3 bajaran bi dehan kes hatin desteserkirin

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarên Mêrdîn, Wan û Boluyê, rêvebirên DBPyî û HDPyî jî di nav de, herî kêm 29 kes hatin desteserkirin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 15 mamosteyên li navçeya Qoser a Mêrdînê, bi hinceta ku tevlî çalakiya berdana kar bûne û ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî, bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' hatin binçavkirin. Polêsan 15 mamoste birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

    HEVSEROKÊN DBPÊ HATIN BINÇAVKIRIN

    Herwiha li navçeya Elbak a Wanê, di serdegirtina malan de Hevserokê DBPê yê navçeyê Senar Yeşîlirmak û rêveberê partiyê Farîs Koç hatin binçavkirin.

    12 XWENDEKAR HATIN DESTESERKIRIN

    Li Boluyê, polîsan danê sibehê avêtin ser malên rêveberên HDPê û xwendekarên Zanîngeha Abant Îzzet Baysal. Di encamê de herî kêm 12 xwendkar hatin binçavkirin. 

    Bi heman mijarî:

    Li Manîsayê operasyon: Serokê bajêr jî di nav de 13 HDPeyî hatin binçavkirin
    2 kes bi gumana êrîşa Îzmîrê hatin binçavkirin
    Di operasyona FETO/PDYê karmendên wezaretê jî hatin binçavkirin
    Hevşaredarê Şaxê Bartu jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin
    Malbata êrişkarê Reînayê hat binçavkirin
    Li Bursayê Hevserokên HDPê yên navçeyan jî di nav de 4 rêvebir hatin binçavkirin
    Etîketan:
    hincet, mamosteyên kurd, girtin, xwendevan, operasyonên siyasî, şerê siyasî, mêrdîn, bolu, wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de