17:56 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Şaredarî - kayyum - kayum

    Li 2 şaredariyên din ên DBPê, qeyûm hatin bicihkirin

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1920

    Hikûmetê îro qeymeqamên navçeyên Wêranşar û Hewengê yên Rihayê,wekî qeyûm şand ser şaredariyên herdu navçeyên navborî.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin polêsan îro danê sibehê bi ser şaredariyên Wêranşar û Hewengê de girtin û derdora avahiyê jî dorpêçkirin. Piştî vê yekê hat hînbûn ku qeymeqamên herdu navçeyan wekî qeyûm hatin serê şaredariyê.

    Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn, ku di 5ê Çileyê de derxistin edliyeyê, bi hinceta 'endamê rêxistinê ye' hat girtin. Li şûna Emrullah Cîn, qeymaqamê navçeyê Omer Cîmşît hate bicihkirin. Herwiha  li şûna Hevşaredarên Hewengê Zeynel Taş û Fatma Dogan jî qeymeqamê navçeyê Zekeriya Goker hate bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezaretê qeyûm tayînî şaredariya Mahsertê kir
    ‘Li Amedê Qeyûm kampa Êzidîyan digire'
    Ji bo 3 şaredariyên DBPê qeyûm hate tayînkirin
    Ji bo Şaredariya Xelfetiyê qeyûm hat tayînkirin
    Ji bo şaredariya Geverê qeyûm hat tayînkirin
    Etîketan:
    şerê siyasî, bajarên kurdan, şaredariyên dbpê, hewengê, wêranşar, riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de