09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Kudüs'te kamyonlu saldırının yaşandığı bölge

    Îsraîlê piştî êrîşa kamyonê ji bo gumanbarên DAIŞê biryara desteserkirina îdarî da

    © REUTERS/ Ronen Zvulun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Parlamentoya Îsraîlê ji ber êrîşa li Rojhilatê Qudsê, ku di encamê de 4 leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dabûn, gelek biryar girtin. Li gorî van biryaran Îsraîl wê karibe kesên ku wek jê bi guman be alîgir an jî endamên DAIŞê ne, desteser bike.

    Komîsyona Karên Ewlehî û Siyasî ya Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) piştî êrîşa kul i Rojhilatê Qudsê bû sedema mirina 4 leşkerên Îsraîlê, hinek biryar girtin.

    Li gorî nûçeya Radyoya Îsraîlê Komîsyonê di civîna xwe ya li ser êrîşê de ev biryar girtin, "Her kesên jê guman were girtin ku endamên DAIŞê ne an jî alîgir in, wê wek îdarî werin desteserkirin, mala êrîşkarê bi navê Fadî Ahmed Hamdan el-Kanber ya li Taxa Cebel Muqabber wê were rûxandin, destûra rûniştina li Qudsê wê ji bo vê malbatê were betalkirin, termê Kanber wê radestî malbata wî neyê kirin û wê her Filîstiniyên ku digotin em ji êrîşê kêfxweşbûni wê werin desteserkirin."

    Hikumeta Îsraîlê bi desteserkirina îdarî dikare kesên desteserkirî bêyî dadgehkirinê demeke dirêj di girtîgehê de bigire.

    Li Rojhilatê Qudsê li warê Cihûyan Armon HaNatzivê kamyonek ketibû nava leşkerên Îsraîlê û yek jê jin bi tevahî 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû, 17 leşker jî birîndar bûbû.

    Piştî êrîşê leşkerên Îsraîlê gule bera êrîşkar dabûn û êrîşkar kuştibûn. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Neyanyahu gotibû êrîşkarê 28 salî yê bi navê Fadi el-Kanber ‘alîgirê DAIŞê' ye.

    Piştî êrîşê tevlî malbata Kanber 9 kes hatibûn desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Di sala 2016an de 15 leşkerên artêşa Îsraîlê întîxar kirin
    Serokwezîrê Îsraîlê 3 seetan îfade da polêsan
    Brîtanya bertek da gotinên Kerry yên derheqê Îsraîlê de
    Trump ji bo Îsraîlê: Heta ku ez bibim serok sebir bikin
    Etîketan:
    desteserkirina îdarî, biryar, êrîşa kamyonê, Parlamentoya Îsraîlê (Knesset), Serokwezîrê Îsraîlê, Fadi el- Kanber, Benyamin Netanyahu, Filîstîn, Rojhilatê Qudsê, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de