08:45 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Teqîna Misrê

    Li Misrê li dijî nuqteya polîsan êrîş: 9 mirî û 10 birîndar

    © REUTERS/ Amr Abdallah Dalsh / Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li gorî agahiyên çapemeniya herêmî ya Misrê îro li bakurê Misrê li nêzîkî bajaroka el-Arîşê li dijî nuqteya polîsan êrîşek pêk hat û di encamê de 4 jê sivîl 9 kesen jiyana xwe ji dest da, 10 jî birîndar bûn.

    Li gorî rojnameya Misrê ya bi navê El Fagrê êrîşkaran li wê nuqteya polîsan wesayiteke bombebarkirî teqandin.

    Li Misrê li herêma Sînayê êrîşên terorîstan her ku diçe zêdetir dibin û artêşa Misrê ya di bin fermandariya Abdulfettah el-Sîsî de, ku di sala 2013'an de serokomarê Îsalmparêz Mûhammed el Mûrsî ji peywirê girtibû, li dijî van êrîşan şer dike.

    Polîs û hêzên ewlehî yên Misrê li wê herêmê gelek caran dibin hedefên êrîşên Îslamparêzan.

    Di sala 2014'an de milîtanên li herêma Sînayê beşdarî DAIŞê bûn û wan li wir Welayeta Sînayê ragihandin. Vê Welayeta Sînayê paşê berpirsyariya gelek êrîşan girt ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Misrê biryara serbest berdana 10 endamên Îhvanê hat dayîn
    Misrê kurê Bin Ladin dersînor kir
    Şopên teqînê li ser rêwiyên balafira Misrê ku ketibû hat dîtin
    Serokomarê Misrê Sîsî: Têkildarî êrişa katedralê 4 kes hatin binçavkirin
    Li Misrê li dijî noqteya ewlehiyê êriş: 6 kuştî û 3 birîndar
    Li Misrê DAIŞê êrîş kir: 8 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    birîndarbûn, polîs, êrîş, jiyana xwe ji dest da, rojnameya el Faqr, DAIŞ, Mûhammed Mûrsî, Abdulfettah El Sîsî, Sîna, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de