08:45 22 Hezîran 2018
Koçberên êzidî

5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAY
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku ji destpeka sala nû ve 5 kurdên êzidî ji herêma Mûsilê û 9 jî ji bajarên Sûriyeyê hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Derman Xetarî ji destpêka sala nû heta niha 5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 kes jî li Sûriyê hatine rizgarkirin û gihiştine xizmên xwe. Yekemîn car e 5 kurdên êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, bi rêya operasyona hêzên iraqî têne rizgarkirin.

Rizgarkirina van kesan hêviya di dilê kurdên êzidî de jî zêdetir dike. Piştî êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê, hikûmeta Herêma Kurdistanê li Duhokê nivîsîngeheke taybet ji bo rizgarkirina kurdên êzidî damezrand.

Derman Xetarî derbarê dosyeya dîlên di destê DAIŞê de zanyariyên nû eşkere kir. "Roja 29ê Mijdara 2016an, li nav Mûsilê jinekê êzidî û du zarokên wê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatine rizgarkirin. Herwiha roja 2ê Rebendana îsal jinek û roja 5ê Çileyê jî jineke din ê kurdê êzidî û di destpêka vê mehê heta niha 9 jin û zarokên din ên êzidî, li Sûriyê bi rêyên taybet hatine rizgarkirin û gihiştine xizm û malbatên xwe."

Bi heman mijarî:

3 xortên kurdên êzidî li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dan
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî Cejna Ezî ya kurdên êzidî pîroz kir
18 jinên kurdên êzidî ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin
Kurdên êzidî di operasyona Mûsilê de di cepheye pêş de şer dikin
Kurdên Êzidî Cejna Cimaî ya Şerfedînê pîroz dikin
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî, Derman Xetarî, Sûriye, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de