16:21 20 Sibat 2018
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Li Îranê jineke kurd xwe kuşt

    © AFP 2018/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duh li Îranê li bajarê Kurdan ê bi navê Şinoyê jineke Kurd a 34 salî xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

    Li gorî agahiyên li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) duh li bajarê kurdan ê bi navê Şinoyê jineke kurd a bi navê Sûmeyye Aye û 34 salî xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

    Hat diyar kirin ku ew jina kurd a ku dawî li jiyana xwe anî, dayika 2 zarokan bû.

    Komeleyê her wiha dest nîşan kir ku xwekuştin di nava jinên kurd ên Îranê de gihîştiyeke radeyeke metirsîdar û got tenê li bajarê Şinoyê di nava meha dawiyê de 5 jinên kurd dawî li jiyana xwe anîne.

    Hêjayê gotinê ye ku bajarê Şino li Îranê ew bajarê kurdan e ku bêderfetî, bêkarî, xizanî û belengaziya herî zêde li wir heye.

    Bi heman mijarî:

    Îranê du girtiyên kurd îdam kirin
    Şandeke Parlamentoya Îranê bi Serokdewletê Sûriyeyê Esad re civiya
    Rêjeya kuştin û xwekuştina jinên Kurd ên Îranê zêde dibe
    Herêma Kurdistanê û Îranê 56 zindanî bi hev guhertin
    Îranê girtiyekî kurd ê din bidarve kir
    Etîketan:
    jineke kurd, dawî li jiyana xwe anî, bidarvekirin, Sûmeyye Aye, Şino, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de