13:31 20 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK

    KCK: 'Di rojeva gerila de derketina ji Şengalê nîne'

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25111

    KCKê li ser daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ya ku digot wê PKK ji Şengalê derkeve, got ku "Daxuyaniya dibêje ‘Gerila ji Şengalê dê derkeve ne rast e".

    Komîteya Diplomasî ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) li ser daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî a ku digot wê PKK ji Şengalê derkeve û nîqaşên di vê çarçoveyê de tên meşandin, daxuyaniyek belav kir. Li gorî nûçeya ANFê, KCKê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku daxuyaniyên Dîzeyî ne rast in û ti daxuyaniya PKK û fermandarên gerîla yên derbarê derketina gerîla a ji Şengalê nînin.

    KCK ji bo rewşa Şengalê dibêje ku ‘Divê Şengal ji hêla şengaliyan ve were birêvebirin' û balê dikişîne ser giringiya hêzên xweparastinê. Daxuyaniya KCKê di vê mijarê de wiha berdewam dike: "Tê zanîn ku bê gerîla çawa çûye Şengalê. Ji bo qirkirina êzidiyan asteng bike mudaxeleyî DAIŞiyan kir ku êrîş kirin. Li hemberî êrîşên DAIŞê çawa ku êzidî parastin, ji bo ku êzidî careke din rastî van êrîşan neyên ji bo avakirina rêveberiya xweser û xweparastina wan alîkarî daye. Gerîla ne ji bo avakirina desthilatdariyê çûye Şengalê. Armanceke wê ya bi vî awayî jî nîne. Ji ber wê jî ti problem û rojeva derketin an nederketina gerîla ji Şengalê jî nîne."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ‘her êzidî hêzên xwe yên parastinê ava dikin hebûna gerîla kêm dibe' û wiha tê gotin: "Em wisa bawer dikin ku dema ji hemû cemaet û nêrînên siyasî yên cuda êzidî hatin ba hev û xweparastina xwe avakirin û xwe birêvebibin wê pirsgirêka gerîla û pêşmergeyên li wir jî çareser bibe."

    KCK aşkere dike ku bi şandeya siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevdîtinên wan berdewam dikin û tê destnîşankirin ku ev hevdîtin nêzîkbûnê di dîtina xalên hevbeş de çêdikin.

    Bi heman mijarî:

    Qaymeqamê Şengalê: PKK wê di nêz de ji Şengalê derkeve
    Çavuşoglu: PKK li Şingalê be jî, em ê lê xin
    Pencwînî: PKK û PDK li ser mijara Şengalê gihiştine tifaqekê
    PDK: Divê PKK bi rêya aştîyane ji Şingalê derkeve
    Kosret Resûl: Erdogan şaş e, PKK û DAIŞ ne wekî hev in
    KCK: 'PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şengalê vala bike'
    Etîketan:
    gerîla, xweparastin, êzidî, ANF, DAIŞ, PDK, PKK, KCK, Sefîn Dîzeyî, Herêma Kurdistanê, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de