00:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kampa Zalîkan a li Mûsilê û leşkerên Tirk

    Parlementerê YNK Dawidî: Divê eskerên Tirk ji Herêma Kurdistanê derkevin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4110

    Parlementerê Iraqê Şîwan Dawidî ku endamek yê YNKê ye got:"Divê eskerên Tirk ji Herêma Kurdistanê derkev in." Dawidî da zanîn wî ji El Ebadî jî xwestiye ku bi Tirkiye re vê mijarê biaxifin lê tenê mijara Iraqê hatiye guftigokirin.

    Şîwan Dawidî got:" Li Herêma Kurdistanê li 28 cihan eskerên Tirk hatine bicihkirin, min ji El Ebadî vê yekê xwest mijar bi tirkiye re bê guftigokirin, lê herdû alî li ser valakirina Başîkayê gihiştin peymanê."

    Li gorî Nûçeya Rojnewsê,çŞivan Dawidî endamê YNK û parlementerê Iraqê da zanîn divê Tirkiye eskerên xwe ji van kampên Herêma Kurdistanê vekêşe.

    Dawidî daxuyaniya hevpar ya Iraq û Tirkiyeyê nirxand û got:"Armanca Tirkiye ya serek ew e ku hêzên PKKê ji erda Iraqê bi taybetî jî ji ser erda Şengalê derîne.Diyar e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê,Iraq û Tirkiye amadekariya vê yekê kirine."

    Dawidî her wiha got:" Li gorî hevpeymana aliyan dê Tirkiye eskerên xwe ji Başîkayê vekêşe lê, di gel ku min bixwe jî ji Ebadî xwest ku eskerên Tirk ji Herêma Kurdistanê derkev in, lê wan lî li ser valakirina Başîkayê lihev kir."

    Bi heman mijarî:

    YNK: AKP dijminatiya HDPê dike
    YNK: Em hevkarê stratejîk ê Şîayên Bexdayê ne
    Tevgera Goran li benda baskên YNK’ê ye
    YNK: Pêşmergeyan serkeftineke mezin tomar kir
    YNK: Em dixwazin dewleta Kurdistanê demokratîk û sivîl be
    Etîketan:
    YNK, Şivan Dawidî, Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de