00:55 19 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    TSK: "48 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de 48 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û 23 hedefên wê hatin rûxandin.

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li bakurê Sûriyeyê li herêma Bzagah, Suflaniyah, Zammar û Amiyah 23 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê ji terefê balafirên şer ên Fermandariya Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê ve hatin rûxandin û di şer û pevçûnên nava rojê de jî 48 milîtan hatin kuştin.

    Operasyona Mertalê Firatê bi serperiştiya TSK û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di roja 139emîn de berdewam e. Li gorî daxuyaniya TSKê, bi 246 êrişên top, hawan û obusên firtina jiyangeh, çeperên parastinî, baregehên rêvebirî, depoyên çekan û wesayîtên bi çek ên rêxistinê hatin rûxandin.

    Herwiha li gorî daxuyaniyê, di êrişên hewayî yên li dijî DAIŞê li herêma Bzagah, Suflaniyah, Zammar û Amiyahê de 10 çeperên parastinê, 3 avahiyên baregehî û 10 cihen jiyangehê hatin îmhakirin, 48 milîtanên rêxistina terorîst hatin kuştin û 3 teqemeniyên destçêkirî ji terefê tîmên arteşê ve bi awayê kontrol hatin teqandin.

    Bi heman mijarî:

    TSK: "32 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: "140 hedefên DAIŞê hatin rûxandin û 32 terorîst hatin kuştin"
    TSK: "Yek jê emîr 38 terorîst hatin kuştin"
    TSK: "104 hedefên DAIŞê hatin rûxandin"
    TSK: "Ebû Hesen El Tunisî hat kuştin"
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Operasyona Mertalê Firatê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de