23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Selvi: "DAIŞê plana suîqesta Kiliçdaroglu kir"

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1710

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de behsa hurgiliyên suîqesta Kiliçdaroglu kir û ragihand ku DAIŞê bi 2 wesayîtên cot li dijî konvoya wî plana suîqestê kiribû.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de behsa hurgiliyên suîqesta Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku Serokwezîr Binali Yildirim nîvê şevê ji bo êrişeke terorî ew hişyar kiribû kir. Li gorî Selvi rêxistina terorîst a DAIŞê bi 2 wesayîtên cot li dijî konvoya Kiliçdaroglu plana suîqestê kiribû.

    Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Kiliçdaroglu di 29ê Berfenbara 2016an de ji bo tevlî civînekê bibe li Bodruma Muglayê bû. Bi şev seet dora 23.00an telefona wî lêda û yê ku digeriya Binali Yildirim bû. Serokwezîr li benda sibehê nesekinîbû û ji ber aciliyetê wê şevê geriya. Yildirim ji Kiliçdaroglu re got derheqê we îxbarên cidî yên suîqestê tên û em dixwazin wesayîteke zirxî texsîsî we bikin.

    Nivîskarê Hurriyetê di dirêjiya gotara xwe de got: "Yildirim bi îsrar xwest wesayîteke bi zirx texsîsî Kiliçdaroglu bikin ji bo ku vê carê mijar cidî bû serokwezîr îsrar dikir û paşî Kiliçdaroglu qanih bû. Yildirim heman pêşniyarî li Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli jî kir, lê Bahçeli ew pêşniyar qebûl nekir."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: "Çima begên Enqereyê zarokên xwe naşînin leşkeriyê?"
    Kiliçdaroglu: Hemû bajarên Tirkiyê rûbirûyê terorê ne
    "Ji Yildirim bo Kiliçdaroglu hişyariya suîqestî"
    Kiliçdaroglu: "Li gorî texmîna min wê ji parlamentoyê dengê ‘na' derkeve"
    Ji Kiliçdaroglu dîrektîfa ‘pergala serokatiyê'
    Etîketan:
    Devlet Bahçeli, Kemal Kiliçdaroglu, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de