13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Doğu Kudüs'te düzenlenen kamyonlu saldırının sonrası

    Malbata êrişkarê Qudsê hatin desteserkirin

    © AFP 2017/ Gali TIBBON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Berdevkê Polêsên Îsraîlê Lûba Samrî ragihand ku êrişkarê bi qamyonê da ser leşkerên Îsraîlê û di encamê de jî ku 4 kes jiyana xwe ji dest dan, Fadî Kunbarê yê ku ji taxa Jabal Mûkaberê ya rojhilatê Qudsê ye 5 ji malbata wî 9 kes hatine desteserkirin.

    Malbata Fadî Kunbarê 28 salî yê fîlîstînî ku li Qudsê bi qamyonê da ser leşkerên Îsraîlê û di encamê de jî 3 ji wan jin 4 leşkerên îsraîlî kuşt, 13 kesan jî birîndar kir, hatin desteserkirin. Berdevkê polêsên Îsraîlê Lûba Samrî eskere kir ku 5 ji wan malbata Kunbar 9 kes hatine desteserkirin.

    Êrişkar dema leşker ku çenteyên xwe ji otobêsê dianîtin xarê, bi qamyonê daye ser wan û piştre jî êrişkar ji aliyê hêzên ewlekariya Îsraîlê ve hat kuştin. Serokwezîrê Îsraîl Benyamin Netenyahû destnîaşn kir ku hûrgiliyên êrişê û şêwaza pêkanînê, DAIŞê dide nişandan.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl cenazeyên Hamasê dê êdî radestî malbatên wan neke
    Kerry derbarê aştiya di navbera Îsraîl-Filîstînê de axivî
    Îsraîl: Amerîkayê terka tekane dostê xwe yê Rojhilata Navîn kir
    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Îsraîl şermezar kir
    Îsraîl pergala Qubbeya Hesin sewqî Azerbaycanê dike
    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Etîketan:
    mirî, leşker, desteserkirin, malbat, êrişkar, Benyamin Netenyahu, Fadî Kunba, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de