09:22 22 Îlon 2017
Zindî
    Li Qûdsê êrîşa qemyonê

    Li Qûdsê bi TIRê êrîş kirin: 4 kesan can da

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li ser kolana herî tê naskirin a Qûdsê bi qemyoneke barhilgir êrîş hat kirin. Hat ragihandin ku hejmara kesên di vê êrîşê de can dane bûye 4 kes.

    Şam - Paytextê Sûriyeyê
    © REUTERS/ Yaseen Al-Bushy
    Li gor nûçeya Reutersê li Îsraîlê bajarê Qûdsê li ser kolaneke herî qelebalix bi qemyoneke barhilgir êrîş hat kirin û di encama êrîşê de 2 kes bi giranî bi giştî 15 kes birîndar bûn.

    Li gor agahiya dawî ku Reuters dide, hejmara miriyên vê êrîşê gihîşt 4 kesan.

    Rayedarên polîsên Îsraîlê ji radyoya Îsraîlê re ragihand ku 3 kesên hatine kuştin jin in, kesek jî mêr e. Li gor polîsan kesên can dane ciwanên li dor 20 salî ne.

    Herwiha hat ragihandin ku kesê êrîşkar li cihê bûyerê hatiye kuştin.

     

    Etîketan:
    Qûds, êrîşa qemyonê, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de