05:22 24 Gulan 2017
Zindî
    Bînalî Yildirim

    Yildirim: Heger Iraq bi ewle nebe Tirkiye nabe

    © AP Photo/ Eckehard Schulz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim serdana xwe ya du rojî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji Turkmeneli TV re nirxand û got, ‘Ewlekariya Tirkiyê ji Iraqê dest pê dike. Heger Iraq nebe cihekî bi ewle Tirkiye jî bi ewle nabe.’

    Yildirim ji Turkmeneli TVyê re diyar kir, di vê serdanê de wan gelek hevdîtin pêk anîne da xuyakirin ku herî zêde bandora xerab a ne aramiya Iraqê û tahdeya PKK û DAIŞê li ser Turkmenan çêbûye û got, ‘Dê Tirkiye xîret bike ku Iraq jinûve aram bibe û welatiyên ji cî û warê xwe bûne vegerin cihên û êş bi dawî werin.'

    'FELAKETA HERÎ MEZIN DERXISTINA PÊŞ A NIJAD Û MEZHEBAN E'

    Yildirim di hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku xerabiya herî mezin derxistina pêş a nasnameyên nijadî û mezhebî ye li Iraqê û got, ‘Dema tiştekî wiha bibe, mirov nikare mezinahiya felaketê texmîn jî bike. Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere.'

    YILDIRIM: IRAQ BI EWLE NEBE TIRKIYE JÎ EWLEHÎ NAYÊ TIRKIYÊ JÎ

    Yildirim diyar kir ku dê ev serdana wan a Iraqê di pêşxistina pêwendiyan de bibe qonexeke girîng û wiha axivî: "Tirkiye di serî de vê dibêje, —Yek parçebûna Iraqê, yekîtî û bihevrebûna Iraqê ji bo me gelekî girîng e.- Ewlekariya Tirkiyê ji Iraqê dest pê dike. Heger Iraq nebe cihekî bi ewle ewlehiya Tirkiye jî nabe. Lewma jî divê di têkoşîna dijî terorê de em ligel hev bin."

     

    Bi heman mijarî:

    Şewata daristana Surmeneyê hat tefandin
    Peykerê 'Komkujiya Roboskiyê' yê li Amedê hat rakirin
    Odeya Xezeba Firatê: "25 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    Enîya Sûriye ya Demokratîk: "Em ji biryara Rûsyayê ya kêmkirina hêza leşkerî bi endişe ne"
    Sîmonyan, bersiva îdîayên îstîxbarata Amerîka ya RT û Spûtnîkê da
    Etîketan:
    Serdana Iraq û Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Binali Yildirim, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de