05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Peykerê Roboskî yê li Parka Rojava ya Amedê hat rakirin

    Peykerê 'Komkujiya Roboskiyê' yê li Amedê hat rakirin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4611

    Peykerê bîrdariya ‘Komkujiya Roboskiyê’ ku 25ê Berfanbara 2013an ji bo bîranîna Roboskîyê (28 Berfanbar 2011) ji aliyê Şaredariya Kayapinar a Diyarbekirê ve hatibû danîn, hat rakirin.

    Hat ragihandin ku şeva çûyî (07.01.2017) peykerê bîrdariya Roboskiyê ku navê 34 hemwelatiyên Kurd ên di wê komkujiyê de can dabûn li ser dinivîsî ji aliyê polîsan ve hatiye rakirin.

    LI SER RAKIRINA PEYKERAN TI DAXUYANÎ NEHAT DAYÎN

    Peykerê bîrdariya Roboskiyê ji aliyê Şaredariya Kayapinar a Amedê ve 30ê Berfanbara 2013an li nav Parka Rojava hatibû bi cî kirin.

    Herwiha polîsan ji xeynî peykerê Roboskiyê 2 peykerên din ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yên bi navê ‘2 Lamassus' (Şêrê serzilam) jî rakirin.

    Derbarê rakirina peykeran de ji aliyê qeyûmê şaredariyê ve ti daxuyanîyek nehat dayîn.

    NIVÎSÊN KURDÎ YÊN SER ŞAREDARIYÊ JÎ HATIBÛN RAKIRIN

    Hêjayî bibîrxistinê ye qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Cumalî Atilla ku 3yê Berfanbara 2016an hatibû tayîn kirin, berî niha jî nivîsên Kurdî yên ser tabelaya şaredariyê rakiribûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Odeya Xezeba Firatê: "25 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"
    Enîya Sûriye ya Demokratîk: "Em ji biryara Rûsyayê ya kêmkirina hêza leşkerî bi endişe ne"
    Sîmonyan, bersiva îdîayên îstîxbarata Amerîka ya RT û Spûtnîkê da
    Mesûd Barzanî û Binalî Yildirim civîyan
    Îranê du girtiyên kurd îdam kirin
    Etîketan:
    Hat rakirin, Amed, Peykerê Roboskî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de