21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    hsd-şervanên xezeba firatê

    Odeya Xezeba Firatê: "25 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5730

    Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di operasyona bajarê Reqqayê de 25 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin û 2 gtankên wan hatin rûxandin.

    Milîtanên terorîst ên DAIŞê duhî ji du aliyan ve bi çekên giran û bi hejamareke mezin ji milîtanan êrişî bajarokê Til Semen û gundê Silis Xinez ku li bakurê Reqqayê dikeve kirin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bersiv dan êrişa terorîstan û şerê giran li herêmê bi saetan dewam kir

    Li gorî çavkaniyên herêmê di encama şer û pevçûne de êrişa terorîstên DAIŞê hat şikandin û 25 milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha li gorî zanyariyan 2 tank, 3 wesayîtên bomebarkirî, 2 wesayîtên leşkerî û motorsiklêtekî bombebarkirî hatin rûxandin.

    Wekî din şervanên Odeya Xezeba Firatê di şer de dest danîn ser 11 Keleşkof, 2 BKS, 2 zincîrên BKS, B7 û 4 rokêtên wan, dûrbînek, 16 rextên teqemeniyê û du betarya.

    Bi heman mijarî:

    Tugaya Şems el Şemal beşdarî pêngava duyem ya Xezeba Firatê bû
    Deh rojên dawî de Xezeba Firatê 97 gund rizgar kirine
    Di pevçûna navbera DAIŞ û hêzên Xezeba Firatê de 9 terorist hatin kuştin
    Di operesyona Xezeba Firatê de 5 gundên din hatin rizgarkirin
    Di operasyona Xezeba Firatê de 2 gundên din hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    25 terorîst hatin kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de