00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Elî Ekber Welayetî

    Ji Welayetî bo Yildirim: "Em kêfxweş dibin"

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney, Elî Ekber Welayetî serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim a Bexdayê nirxand û ragihand ku em kêfxweş in ji başbûna têkiliyên navbera Enqere û Bexdayê de.

    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney, Elî Ekber Welayetî di axaftineke xwe ya merasîmekê de serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim a Bexdayê nirxand û got: " Em ji kembûna gengeşiya navbera Enqere û Bexdayê û pêşxistina têkiliyan kêfxweş in. Aramiya gelê herêmê ji hevkariya xurt derbas dibe."

    HÊVÎ DIKIN VEGERIN POLÎTÎKAYA BÊ PIRSGIRÊK

    Elî Ekber Welayetî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em gavavêtina hikûmeta Tirkiyeyê ku dixwaze têkiliyên erênî bi Bexdayê re deyne bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Heviya me ev dostanî di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de jî were sazkirin. Ev gengeşiya navbera Tirkiye û Sûriyeyê ne di berjewandiya herdu welatan de ye. Heviya me Tirkiye vegera polîtîkaya xwe ya bi cîranan re bê pirsgirêk."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Divê Tirkiye dev ji tawanbarkirina aliyan berde
    Îran: Îdiayên dibêjin Sûriye wê bibe 3 perçe, derew in
    Zanayê Şîa yê Iraqî: Îran dixwaze zimanê Farisî li Iraqê belav bike
    Lavrov: Em ê belavoka hevbeş a me û Îran û Tirkiyê îmze kir pêşkêşî DENYê bikin
    'Îran li Herêma Kurdistanê Borsayê vedike'
    Etîketan:
    Başbûna têkiliyên Enqere û Bexdayê, Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê, Elî Ekber Welayetî, Sûriye, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de