08:12 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    TSK: "32 terorîstên DAIŞî hatin kuştin"

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyone Mertalê Firatê de 32 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyone Mertalê Firatê ya 138emîn de li bakurê Sûriyeyê li herêma El Babê 32 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û 292 hedefên rêxistinê bi top, havan û bi obusên Firtina hatin bombebarankirin û di encamê de çeperên parastinî, baregehên leşkerî û gelek avahiyên ku dihatin bikaranîn hatin rûxandin.

    TSKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Balafirên şer ên Fermandariya Hêza Hewayî li herêma El Bab, Bzagah, Suflaniyah û Kabr Al Mukri li dijî rêxistina terorîst operasyona hewayî pêk anîn, di encamê de ji xeyrî rûxandina 35 hedefên DAIŞê 2 top û tankek hatin îmhakirin. Herwiha di şer û pevçûnên nava rojê de 32 milîtanên terorîst hatin kuştin û 23 teqemeniyên destçêkirî jî bi kontrol hatin teqandin."

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Leşkerî ya Cerablus: Agirbest demkî ye lê em dagirkeriya Tirkiyeyê napejirînin
    Cerablus - Li dijî DAIŞê 25 operasyon 60 kuştî
    Tabûra Ehrar Cerablus tev li HSDê bû
    Erdogan: Emê bi welatên hevpeyman re xeta Cerablus-Behra Sipî herêma bi ewle ava bikin.
    TSK: "140 hedefên DAIŞê hatin rûxandin û 32 terorîst hatin kuştin"
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona Mertalê Firatê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de