07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Bexdayê teqîn

    Li Bexdayê teqîneke bihêz: 12 kuştî û 50 birîndar

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, îro berê sibehê teqîneke bihêz li paytextê Iraqê li Bexdayê pêk hat, li gorî amareyên pêşî bi 10an kuştî û birîndar hene.

    Li gorî zanyariyên berdest, îro berê sibehê teqîneke bihêz li paytextê Iraqê li Bexdayê pêk hat, li gorî amareyên pêşî bi 10an kuştî û birîndar hene.

    Li gorî çavkaniyên herêmî teqîn îro berê sibêhê li bazara kirîn û firotin a fêkî ya Cemîle ya rojhilatê Bexdayê pêkhat û heta naha jî nayê zanîn ku teqîn bi rêya bombeyê ve yan bi rêya wesayîta bombekirî ve hatiye pêkanîn.

    Herwiha li gorî nûçeya ajansa Basnewsê ku ji herêma bûyerê wergirtine ji ber teqînê 12 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 50 kesên din jî birîndar bûne.

    ​Ji ber çalak nebûna hêzên ewlekariya Iraqê hemwelatî gazincan dikin ku tim bi awayê berdewamî teqîn, kiryarên terorîstî û herwiha revandina mirovan li Iraqê pêk tê.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexda û Kerkûkê teqîn: Yek jê DAIŞî bi tevahî 6 mirî, 18 birîndar
    Mele Bextiyar: Cihê çareserkirina pirsgirêkan Bexda ye
    Li Bexda û Rûmadiyê teqîn: 10 kuştî û 27 birîndar
    BEXDA - Li paytextê 2 teqîn: 13 kuştî û birîndar!
    BEXDA - 15 DAIŞî hat kuştin!
    Etîketan:
    12 kuştî û 50 birîndar, Li nava bazara fêkî teqîn, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de