00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês

    Polêsê ku ji doza FETO ji kar hate dûrxistin întîxar kir

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2420

    Polêsê ku bi îdîaya têkiliya wî bi Rêxistina Terorîst a Fethullahçi (FETO/PDY) re heye û ji kar hate dûrxistin, li Edliyeya Kartal a Stenbolê întîxar kir.

    Polêsê ku bi îdîaya têkiliya wî bi Rêxistina Terorîst a Fethullahçi (FETO/PDY) re heye û ji kar hate dûrxistin, li Edliyeya Kartal a Stenbolê întîxar kir.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçe ya Doganê (DHA) polês Sadullah K. ku li Midûriyeta Ewlehî ya navçeya Kartalê wezîfedar bû di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de ji kar hate dûrxistin. Berpirsên ewlehî xwestin biryara ji kar dûrxistinê bigihînin Sadullah K. nasname û çeka wî xwestin. Polês Sadullah K. li ser daxwaza berpirsan ku çek û nasnameya wî xwestin demançeya xwe derxist û guleyek berda sere xwe û întîxar kir.

    Piştî lêkolîna cihê bûyerê ji terefê berpirsên ewlehî û dozgerê nobedar ve muayena wî edlî hat kirin, polês Sadullah K. sewkî Saziya Tiba Edlî ya Kartalê kirin.

    Bi heman mijarî:

    "Dibê êrişkarê Reînayê polês be"
    Bo pîrozbahiyên Noel û serê salê dê 15 hezar polês Moskowayê biparêzin
    Polês li jina ku berî teqîna Beşîktaşê derketibû kifşê digere
    3 ji wan polês termê 4 kesan hat dîtin
    Li Sêrtê li hemberî qereqolê êrişa çekdarî: 5 polês birîndar bûn
    Etîketan:
    Polês întîxar kir, Rêxistina Terorîst a Fethullahçi (FETO/PDY), Sadullah K, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de