17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Gundê Xufran û Rifakî yên Mûsilê hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Hat ragihandin ku gundê Xufran û Rifakî yên Mûsilê ji terefê Hêza Dijî Teror a Iraqê ve di çarçoveya Operasyona Kontrolkirina Mûsilê de hatine rizgarkirin.

    Li gorî daxuyaniyên Fermandeyê Hêza Dijî Teror a Iraqî Ebdulemîr Yarella di çarçoveya qonaxa duyem a operasyona Rizgarkirina Mûsilê de li rojholatê bajarê Mûsilê şer û pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de diqewimin.

    Yarella diyar kir ku di encama şer û pevçûnên navborî de her du taxên Yekemîn û Duyemîn a Bijîşkan ji destê DAIŞê hatine deranîn. Pira Çar jî hat kontrolkirin, îro beriya nîvro nexweşxaneyên Selam û Şîfa, Koleja Tendirustiyê û her du gundên Xufran û Rifakî jî hatin rizgarkirin.

    Herwiha Fermandeyê Hêzên Firqeya Zerînî ya Artêşa Iraqê Fazil Berwarî ji ragihand ku di encamên operasyonên vê dawiyê de darbeyên dijwar li DAIŞê dane. Em bi zelalî nizanin çend milîtanên rêxistinê hatine kuştin lê li gorî texminên wan di navbera 2 hezar û 500 heta 2 hezar û 600 çekdar hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir
    Helîkoptera leşkerî ya artêşa Iraqê ket
    Artêşa Iraqê 60% ji rojhilatê Mûsilê kontrol kir
    Artêşa Iraqê derewand: Amerîkayê bi şaşî êrîş nekiriye
    Heşdî Şeibî bû beşeke fermî ji Artêşa Iraqê
    Etîketan:
    Fermandeyê Hêzên Firqeya Zerînî ya Artêşa Iraqê, Fermandeyê Hêza Dijî Teror a Iraqî, Fazil Berwarî, Ebdulemîr Yarella, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de