05:12 20 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Wezîrê Lubnanî: Rûsya di çareseriya kêşeya Sûriyeyê de roleke erênî dilîze

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Wezîrê Peywendiyên Serokomarî yê Lubnanê Pierre Raffoul diyar kir ku Rûsya di çareserkirina kêşe ya Sûriyeyê de roleke erênî dilîze.

    Raffoul ji bo Sputnikê axivî û got rayedarên Lubnanî dizanin ku pêşketinên erênî yên di kêşeya Sûriyeyê de bi saya hewldanên Rûsyayê pêk hatine.

    Raffoul got, "Êdî li Sûriyeyê gelek herêmên bi ewle û îstiqrar hene. Em dibînin ku peywendiya Artêşa Sûriye ya Azad bi Rûsyayê re heye, ev geşedaneke erênî ye." Raffoul anî ziman ku ew dipên ku piştî rizgarkirina Helebê di çareseriya kêşeyê de hîn zêde pêşketin çê bibin.

    Raffoul derbirî ku divê rola Rûsya ya di çareseriya kêşe ya Sûriyeyê de were pîrozkirin.

    Etîketan:
    roleke erênî, çareseriya kêşe ya Sûriyeyê, Wezîrê Peywendiyên Serokomarî yê Lubnanê, Pierre Raffoul, HELEB, Lubnan, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de