20:15 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên tirk di operasyona Mertala Firatê de

    Artêşa Tirk: 3 jê payebilind, 37 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Artêşa Tirk diyar kir ku di operasyonên li bajarê El Babê yê li bakurê Sûriyeyê de 3 jê endamên pilebilind, bi tevahî 37 milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de diyar kir ku operasyona Mertalê Firatê ya ji bo têkbirina metirsiya rêxistinên terorê û piştgirîkirina hêzên hevpeymanê ketiye roja 137emîn.

    Artêşa Tirk dest nîşan kir ku balafirên wan li El Babê li dijî 35 hedefên DAIŞê operasyon lidarxistine û got, di encama operasyonê de 18 sengerên çekan, 5 nuqteyên kontrolê, 3 wesayitên biçek, 2 avahiyên biryargehê û 7 avahiyên ji bo jiyînê hatin tunekirin.

    Artêşê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di wan operasyonan de 3 jê endamên payebilind, bi tevahî 37 terorîst hatin bêbandkirin û di pevçûnên li dijî DAIŞê de binefserekî wan jiyana xwe ji dest daye.

    Artêşa Tirk her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan li ser sînorê Sûriyeyê ji bo ku kesên sivîl zirarê nebînin bergiriyên bi her awayî girtine.

    Bi heman mijarî:

    TSK: "140 hedefên DAIŞê hatin rûxandin û 32 terorîst hatin kuştin"
    TSK: "Yek jê emîr 38 terorîst hatin kuştin"
    TSK: "104 hedefên DAIŞê hatin rûxandin"
    TSK: "Ebû Hesen El Tunisî hat kuştin"
    TSK: "Li El Babê 44 DAIŞî hatin kuştin"
    TSK: DAIŞê li El-Babê 30 sivîl kuştin
    Etîketan:
    hatin kuştin, payebilind, terorîst, DAIŞ, Artêşa Tirk, El Bab, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de