08:02 24 Tebax 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    700 gundên bajarê Sineyê bêav in

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2901

    700 gundên bajarê Sine yê girêdayî Eyaleta Kurdistanê ya Îranê bi pirsgirêka avê re rûbirûne û hat diyar kirin ku parlamenterên Sineyî ji ber vê pirsgirêka avê Wezareta Enerjî ya Îranê sûcdar dikin û dibêjin projeyên wan rê nade ku xelk avê bikar bîne.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li bajarê Sine yê Eyleta Kurdistanê ya Îranê 700 gund tengasiya avê dikişînin.

    Hat ragihandin ku Hikumeta Îranê bi avakirina 33 bendavan piraniya av û çemên bajarê Sineyê xistiye bin kontrola xwe. Parlamenterên Sineyî jî ji bo vê yekê rexneyan li Wezareta Enerjî ya Îranê digirin û dibêjin ew bi van projeyan rê nade ku gelê bajêr avê bikar bîne.

    Yek ji wan parlamenterên Sineyê Seyîd Mehdî Ferşan got, "Av di nava gundan re derbas dibin lê wezaret rê nade ku gel wê bikar bîne. 700 gundên Sineyê niha bi pirsgirêka avê re rûbirû ne.

    Parlamenterê Sineyê Seyîd Hesen Elewî jî ji bo çareserkirin vê pirsgirêkê diyar dike ku divê yaseyeke nû were dersixtin û dibêje, "Wezareta Enerejiyê ji bo pêşiya koçberbûna gelê bajaêr bigire divê avê ji wan re peyda bike."

    Ligel vê yekê Cîgirê Serokomarê Îranê Cemşîd Ensarî jî qebûl dike ku ew li bajarê Sineyê ji b zeviyên çanadiniyê avê kêm serf dikin."

    Tê gotin ku li bajarê Sine yê kurdên Eyaleta Kurdistan a Îranê 33 bendav tê avakirin û nêzîkî 30 hezar hektar axa Sineyê wê di binê avê de bimînin.

    Bi heman mijarî:

    Girtiya kurd li Îranê dest bi greva birçîbûnê kir
    Herêma Kurdistanê û Îranê 56 zindanî bi hev guhertin
    PDK-Î: Êrîş ji hêla Îranê ve hatiye kirin
    Etîketan:
    bêav, gund, Cîgirê Serokomarê Îranê, Cemşîd Ensarî, Seyîd Hesen Elewî, Seyîd Medhî Ferşan, Sine, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de