20:28 17 Tebax 2017
Zindî
    Yildirim û Ebadî

    Yildirim: Em ê mijara Başîqayê bi awayekî dostane çareser bikin

    facebook/Haider al-Abadi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim civiyan, Binali ragihand ku ew ê meseleya Başîqayê bi awayekî dostane çareser bikin. Yildirim teqez kir yekitiya Iraqê ji bo Tirkiyeyê gelekî giring e.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim piştî civîna xwe konferanseke çapemeniyê li dar xist.

    "EM Ê MESELEYA BAŞÎQAYÊ BI AWAYEKÎ DOSTANE ÇARESER BIKIN"

    Yildirim diyar kir ku wan mijara hebûna leşkerên tirk li Başîqayê gotûbêj kir û wiha dewam kir: "Em li ser vê mijarê axivîn. Ev ne keyfiyet bû lê pêdivî bû. Em dibînin ku di mijara paqijkirin herêmê ji DAIŞê de pêşketineke giring heye. Di vê çarçoveyê de, em ê vê meseleyê bi awayekî dostane çareser bikin."

    "LI ŞINGALÊ, THEDÎDA HERÎ MEZIN LI DIJÎ ME YE"

    Serokwezîrê tirk diyar kir ku ew ê bi hêzên ewlekariyê yê navendî yên Iraqê re û bi pêşmergeyan re xebatên pêwîst bikin ta ku Şingalê ji hêmanên terorê paqij bikin û wiha dewam kir: "Ji bo me, teror ji kû were, ferq nake, heman tişt e. Ji ber wê, Li Şingalê tehdîda herî mezin li dijî me ye û em spasiya serokwezîrê birêz dikin ji bo hesasiyeta wî. Em di vê mijarê de jî amade ne ku hevkariya pêwîst bikin. Ne tenê li Şingalê lê em ê hevkariya xwe berdewam bikin ta ku hemû tehdîdên terorê yên ji Iraqê tên bi ser welatê me de ji nav bibin."

    "YEKÎTIYA IRAQÊ JI BO ME GIRING E"

    Yildirim wiha got: "Serweriya Iraqê ji bo me giring e. Ne pêkan e ku em razî bibin ku bizavek li dijî serweriya wê pêk were yan jî em di bizaveke wiha de cih bigirin. Bi heman awayî yekîtiya axa Iraqê jî ji me re giring e."

    Ji aliyê din ve, serokwezîrê tirk xîtabî Ebadî kir û wiha got: "Ew daxuyaniya we ya berî demekê ku we tê de gotibû, 'em ê nehêlin PKKê di ser axa Iraqê re ziyanê bigihîne Tirkiyeyê' ji bo me gelekî giring e. Em gelekî kêfxweş bûn. Ev jî nîşan dide bê em bi hev re dikarin li dijî terorê çi bikin".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Xristiyan û êzdiyên Başîqayê: "Em minetdarê Barzanî ne"
    Wezareta Pêşmerge: "Li Başîqayê kontrol bi temamî hat sazkirin"
    Hêzên Pêşmerge li Başîqayê avahiya KDPê rizgar kirin
    Peşmerge kete nava Başîqayê: 11 terorîst hatin kuştin
    Pêşmerge, li Başîqayê gundek rizgar kirin û çendên din jî dorpêç kirine
    Dîmenên dorpêç kirina Pêşmergeyan yê Başîqayê hate parvekirin
    Etîketan:
    PKK, DAIŞ, Heyder Ebadî, Binali Yildirim, Şingal, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de