11:06 17 Tebax 2017
Zindî
    Ebadî û Yildirim

    Belavoka Hevpar: Iraqê xwest ku Tirkiye ji Başîkayê derkeve

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7001

    Televizyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku Serowekzîrê Iraqê Heyder Ebadî yê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim re civiyabû ragihand ku wan di meseleya kişandina leşkerên tirk ji Başîqayê de li hev kiriye. Di belavoka hevpar a di navbera her du welatan de hat derbirîn ku Başika kampa Iraqê ye.

    Televzyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku Ebadî diyar kiriye ku wan û Tirkiyeyê li ser daxwaza Iraqê ya kişandina leşkerên tirk ji Başîqayê li hev kiriye.

    DI BELAVOKA HEVPAR DE HAT DERBIRÎN KU BAŞÎKA, KAMPA IRAQÊ YE

    Piştî civîna di navbera Ebadî û Yildirim de di derbarê mijarê de belavoka hevpar hat weşandin.

    Di belavokê de hat derbirîn ku Başika kampa Iraqê ye û her wiha hat diyar kirin ku Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku ji Başikayê vekişe. Di belavokê hat gotin, "Her du alî wê li ser axa xwe destûrê nedin tu rêxistinên terorê ku ji ewlehiya neteweyî ya her du welatan re bibin metirsî.

    Her du aliyan diyarkirin ku ew ê di têkoşîna hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê de hevkariyê bikinç Iraqê xwes ku pêvajoya vekişîna ji Başikayê were destpêkirin. Hat derbirîn ku Başika, kampa Iraqê ye."

    Hêjayî gotinê ye ku leşkerên Tirkiyeyê berî operasyona Mûsilê li Başîqayê bi cih bûbûn ta ku komên çekdar ên li wê derê perwerde bikin.

    Ev demek e ku hikûmeta Iraqê ji Tirkiyeyê dixwaze ku leşkerên xwe ji wê derê bikişîne.

    Bi heman mijarî:

    Li herêma Başîqa 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Xristiyan û êzdiyên Başîqayê: "Em minetdarê Barzanî ne"
    Wezareta Pêşmerge: "Li Başîqayê kontrol bi temamî hat sazkirin"
    Hêzên Pêşmerge li Başîqayê avahiya KDPê rizgar kirin
    Peşmerge kete nava Başîqayê: 11 terorîst hatin kuştin
    Pêşmerge: "Temamê herêma Başîqayê hat rizgarkirin"
    Etîketan:
    Binali Yidlirim, Heydar Ebadî, Başîqa, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de