05:17 20 Tebax 2017
Zindî
    Teqîna Ezazê

    Li Ezazê teqîn: Herî kêm 60 kuştî

    Twitter/jabalybaraa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 179 0 0

    Hat ragihandin ku navgîneke bombebarkirî li navçeya Ezazê ya Helebê teqiyaye û di encamê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Hat ragihandin ku bajarê Ezazê yê girêdayî Heleba Sûriyeyê, otomobîleke bombebarkirî teqiyaye.

    ​Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, teqîn li nêzîkî dadgeha navendî ya bajarî pêk hatiye û di encamê de 60 kes hatine kuştin û nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûne.

    AAyê ragihand ku 23 sûrî hatine rakirin bo nexweşxaneya dewletê ya Kilîsê û birîndarekî jiyana xwe ji dest daye.

    Çavkaniyekê ji Spûtnîkê re ragihand ku teqîn li nêzîkî biryargeha Ehrar El-Şamê pêk hatiye û herî kêm 50 piştgirên wan hatine kuştin.

    DHA: DAIŞÊ KIRIYE

    DHAyê ragihand ku DAIŞê ew êrîş pêk aniye bê ku çavkaniya agahiyê diyar bike.

    ​ÊRÎŞ DI DEMA AGRIBESTÊ DE PÊK HATIYE

    Hêjayî gotinê ye ku ev teqîn di demeke wiha de hat ku agirbesta Sûriyeyê bi serperiştî û garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê dest pê kiriye û dewam dike û ji aliyê NYyê jî hatiye pesendkirin. Agribestê ji 30ê Berfanbara 2016an de dest pê kiribû.

    Rûsyayê ragihandibû ku Ehrar El-Şam jî di nav komên agribestê de ye.

    ​​Bajarê Ezazê bajarekî girêdayî parêzgeha Helebê ye. 41 kîlometreyan dûrî Helebê û 19 kiîlometreyan dûrî Efrînê ye. Niştîcihên wê ji kurd, ereb û tirkmenan pêk tê.

    Bi heman mijarî:

    Li Ezazê teqîn: Birîndar hene
    Li Ezazê teqîn: 12 çekdarên muxalîfên Sûriyeyê hatin kuştin
    Li Ezazê êrîşa xwekujî: 30 endamên Nuredin El Zengi hatin kuştin
    Li Ezazê şer gur bû: Kom bi hev ketin
    Li Ezazê 2 êrişên xwekujî: Bi dehan kuştî û birîndar
    Li Ezazê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
    DAIŞê li Ezazê bi wesayeta bombebarkirî êriş pêk anî: 30 mirî û 28 birîndar
    Etîketan:
    Teqîn, Ezaz, Efrîn, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de