18:39 17 Tebax 2017
Zindî
    Binçavkirin - Girtin

    Di lêpirsînê derheqê birêveberên HDPê de 7 kes hatin girtin

    © Sputnik/ / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Di çarçoveya operasyona li dijî PKKê de, Serokê HDPê yê navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Cuma Ali Akdag jî di nav wan de, 7 kes bi tohmeta "endambûna rêxistineke çekdar" hatin girtin.

    Piştî êrîşa Beşiktaşa Stenbolê, Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê di çarçoveyê lêpirsînê de Serokê HDPê yê navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Cuma Ali Akdag jî di nav wan de, 13 kes ku şandin dadgehê.

    Serdozgerê ku lêpirsîn bi rê ve dibir, bi daxwaza girtinê 12 kes ji wan şandin bi dadwerî û yek jî berda.

    Dadwerê nobedar biryara girtina kesên bi navê Cuma Ali Akdag, Serhat Elma, Gazi Aydemir, Kiyasettin Kurt, Hasan Teymur, Serkan Yilmaz û Ferhat yilmaz da û sedema wê jî we "endambûna rêxistineke çekdar" destnîşan da.

    Herwiha dadwerî biryar da ku G.K, C.B, M.I, R.I û K.K piştî kontrola edlî bên berdan.

    Hêjayî gotinê ye ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo heman mijarê û bi heman tohmetê 9 gumanbar girtibûn ku Serokê HDPê yê Parêzgeha Stenbolê û Alîkara Serokê Parêzgehê Aysel Guzel jî di nav wan de bûn û du kes jî berdabûn.

     

    Bi heman mijarî:

    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Li Rihayê 13 endamên HDP û DBPê hatin girtin
    HDP qetlîama Roboskiyê bibîr anî
    HDP xwest bûyera şewitandina 2 leşkeran bê ronîkirin
    HDP: Divê ji berpirsên vê kuştinkariya siyasî hesab bê pirsîn
    HDP: Li Geverê 90 kes hatin kuştin
    AKP û HDP li parlemanê pev çûn
    Etîketan:
    Ferhat yilmaz, Serkan Yilmaz, Hasan Teymur, Kiyasettin Kurt, Gazi Aydemir, Serhat Elma, Cuma Ali Akdag, Beşiktaş, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de