12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    binçavkirin

    Li Mêrsînê operasyona DAIŞê: 4 çeçenî hatin girtin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Li Tirkiyê li navçeya Tarsusê ya Mêrsîne, 4 kesên çeçen ku dihate îdiakirin ji bo beşdariya DAIŞê wê derbasî Sûriyê bibin, hatin girtin.

    Ekîbên Beşa Têkoşîna dijterorê yên Midûriyeta Emniyeta Mêrsînê piştî ku agahiya 4 çeçenî ji bo beşdarî nava DAIŞê bibin wê biçin Sûriyeyê wergirtin, dest bi operasyonê kirin.

    Di vê çarçoveyê de kesên bi navê Mansur Hatti, Ahmet Rafia, Fuat Alanmar û Huseyin Amad hatin desteserkirin. Li ser van kesan ew nasnameyên demkî yên sexte hatin dîtin ku ji bo kesên sûrî li Tirkiyê tên dayin.

    Bersûc piştî ku jêpirsîna wan a emniyetê qediyan ji hêla dadgehê vê hatin girtin.

    Etîketan:
    Beşa Têkoşîna dijterorê yên Midûriyeta Emniyeta Mêrsînê, DAIŞ, Huseyin Amad, Fuat Alanmar, Ahmet Rafia, Mansur Hatti, Çeçenistan, Tarsus, Mêrsîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de