21:36 19 Tebax 2017
Zindî
    Efrîn

    Rêveberiya Efrînê banga vegerê li penaberên ku çûne Tirkiyê dike

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Desteya Parastina Kantona Efrînê bang li rojavayiyan çûne Tirkiyê dike ku vegerin.

    Serokê Desteya Parastina Kantona Efrînê Ebdo Ibrahîm ji ajansa ANHAyê re axivî û îdia kir ku dewleta Tirkiye penaberên Sûriyê weke leşker bikar tîne.

    Ibrahîm wiha axiviye: "Dewleta tirk a dagirker niha li bajarê Babê tengaviyê dijî. Lewma ciwanên sûrî kom dikin û berê wan didin perwerdê, ji bo piştre tevlî nava çeteyên mertalên firatê bikin." Ebdo Ibrahîm ji ber vê hincetê daxwazê ji penaberên sûrî û kurd dike ku ji Tirkiyê vegerin: "Çûyîna gelê me ya Tirkiyê şaş bû, di vê dema dîrokî de parastina welat ji her tiştî girîngtir e. Dewleta tirk ev demeke plan dike ku çawa ciwanên Sûriyeyê beşdarî çeteyan bike. Em polîtîka Tirkiyê ya li hemberî welatiyên Sûriyeyê şermezar dikin, pêwîste ciwanên Sûriyeyê di zûtirîn demê de berê xwe bidin Sûriyê û destkeftiyên xwe ji çeteyan biparêz in."

    Etîketan:
    penaber, Operasoyna Mertalê Firatê, Ebdo Ibrahîm, Bab, Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de