16:50 23 Tebax 2017
Zindî
    İstanbul -Reina - saldırı

    ‘Êrîşa Reinayê ji hêla koma Ozbek a DAIŞê ve hat plankirin'

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Hat îdiakirin ku êrîşa Reinayê ya şeva sersalê hat kirin ji hêla koma ‘Ozbek‘ a DAIŞê ve hatiye plankirin.

    Derket holê ku êrîşa Reinayê ya li Stenbolê pêk hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest d ji hêla koma ‘Ozbek' a DAIŞê ve hatiye birêxistinkirin.

    Li gorî îdiayê ekîbên Midûriyeta Istixbarat û Têkoşîna li dij terorê yên Emniyeta Stenbolê koma ‘Ozbek' a Tirkîstana Rojhilat a DAIŞê derxist holê. Di vê çarçoveyê de operasyon hat lidar xistin û koma ji 10 kesan pêk tê a ku tê îdiakirin alîkariya êrîşkarê Reinayê kiriye hat zevtkirin. Kesên ku ji vê komê hatine desteserkirin, li gorî îdiayê di birêxistinkirina êrîşa Reinayê de wezîfeyeke aktîv rol standine.

    Li gorî nûçeya rojnameya tirk Haberturkê, di operasyonan de ligel 10 kesên ku alîkariya êrîşkarê Reinayê yê bi nasnav Ebu Muhammed Horasanî kiriye 15 kesên din hatine desteserkirin. Di vê navberê de heta niha navê êrîşkar ê rast nehatiye tespîtkirin.

    DI 15Ê BERFANBARÊ DE HAT STENBOLÊ

    Derket holê ku êrîşkarê Reinayê, piştî ku di meha rêbendanê de koma DAIŞê ya li bajarê Tirkiyê Konyayê hat desteserkirin ketiye nava tevgerê. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Di 12ê Berfanbarê de çanteyeke ku tê xwestin ji Konyayê bê şandin tê zevtkirin. Di çante de çeka sûîkesdê Sig Sauer û 50 gule derdikevin. Di encama operasyona ku li hemberî kesên wê çente bistandana li Stenbolê operasyon hat lidarxistin û du kesên biyanî yên bi navên A. Abulizi û O. Asim hatin desteserkirin. Dîsa li Konyayê kesê bi navê W. Abulizi jî hat desteserkirin ku ew û A. Abulizi xizmên hev in. Piştî êrîşa li ser Reinayê derket holê ku W. Abulizi û êrîşkarê Reinayê di nava têkiliyê de bûn.

    HEVJÎNA WÎ NEHATIYE DESTESERKIRIN

    Di vê navberê de derket holê ku hevjîn û zarokên êrîşkarên Reinayê nehatine zevtkirin. Piştî êrîşê çapemeniya tirk îdia kiribû ku hevjîna wî û 2 zarokên wî li Konyayê hatine desteserkirin. Lê tê îdiakirin ku malbata êrîşkar beriya sersalê radestî komeke din a DAIŞê hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    'Di êrişa Izmirê de rêbaza êrişa Reinayê hat bikaranîn'
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê: İhtimaleke mezin e ku êrîşarê Reinayê uygurî be
    Kirgizîstanê derbarê êrişkarê Reinayê de daxuyanî da
    Wî şibandin êrîşkarê Reinayê û lê dan
    Li Îzmîrê operasyona êrîşa Reinayê: 5 DAIŞî hatin desteserkirin
    'Îstixbarata Kirgiz derbarê êrîşkarê Reinayê de dest bi xebatan kirin'
    Etîketan:
    êrîş, Reina, Emniyeta Stenbolê, Haberturk, DAIŞ, O. Asim, A. Abulizi, W. Abulizi, Ozbekistan, Konya, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de