16:35 23 Tebax 2017
Zindî
    Rojnameya Fermî ya Tirkiyê

    Komek akademisyenên kurd ji kar hatin dûrxistin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 87 0 0

    Li Tirkiyê di çarçoveya 3 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) de ligel hin akademisyenên din komeke akademisyenên kurd jî ji kar hatin dûrxistin.

    Desteya Wezîran a Tirkiyê derengê şevê 3 KHKên nû yên bi numareyên 679, 680 û 681ê derxistin. Di vê çarçoveyê de 83 komele û weqif hatin girtin, 4 hezar û 386 kes ji kar hatin dûrxistin.

    Di heman çarçoveyê de 649 akademisyen jî ji wezîfê hatin girtin ku di nava wan de akademisyenên ‘belavoka aştiye' îmze kiribûn û navê wan weke ‘Akademisyenên Aştiyê' dihat naskirin.

    Di nava wan akademisyenan de ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Cuma Çîçek, Selim Temo, Razaman Pertev û ji Zanîngehên Mûş, Munzur, Bîngol û yên bajarên kurdan akademisyenên kurd jî hene.

     

    Bi heman mijarî:

    3 KHKyên nû: Li Tirkiyê bi hezaran karmend hatin îxrackirin
    Bi biryarnameya hikmî nêzî 10 hezaran karmend ji kar hatin avêtin
    Wezareta Navxweyî: "265 karmend ji kar hatin dûrxistin"
    Li Êlihê 136 karmend ji kar hatin avêtin
    Gelek ‘akademisyenên aştîxwaz' jî di nav de bi hezaran karmend ji kar hatin dûrxistin
    Etîketan:
    akademisyen, Zanîngeha Çewligê, Zanîngeha Mûnzûrê, Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, Biryarnemeya di Hiqmê Qanûnê (KHK), Ramazan Pertev, Selim Temo, Dr. Doç. Cuma Çiçek, Dêrsîm, Çewlig, Mûş, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de